Jinên piştevaniya Leyla dikin:Ji bo Leyla bijî em ê têkoşînê bidin
- 10:50 3 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Jinên ku bi dirûşma "Em piştgiriyê didin Leyla û em deng didin dengê wê" hatin gel hev û kampanya dan destpêkirin, gotin ku ew ji bo deng bidin Leylayê divê bêhtir têbikoşin û daxwazên wê li her derê belav bikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di roja 116'emîn de berdewam dike. Jinên ku bi dirûşma "Em piştgiriyê didin Leyla û em deng didin dengê wê" hatin gel heve ji bo Leyla Guven kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.
Ji jinên ku di kampanyayê de cih girtin û Leyla li mala wê ziyaret kirin hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Endama Platforma Maf û Edaletê Nûrten Ertugrul, ji Hewldana ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) Nesteren Davutoglu û Nivîskar Ayşegul Devecîoglu, gotin; "Em ê daxwazên Leylayê li her derê belvav bikin."
'Ji bo Leyla Bijî divê em dengê xwe bilintir bikin'
Gulîstan bibîrxist ku Leyla ji 8'ê Mijdarê ve çalakiya xwe ya grevê berdewam dike û got ku armanca vê grevê ya sereke rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Gulîstan anî zima ku ji bo ev daxwaz bê cih tenê guhertina qanûnê bes e û wiha berdewam kir: "Lê ji bo ku ev qanûn neyê guhertin çi pêwit dike tê kirin. Hevala me Leyla tenê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ne di berxwedanê de ye. Di heman demê de ji bo tecrîda li ser civakê ji di berxwedanê de ye. Leyla li dijî polîtîkayên êrîşa zayendî ya li dijî jinan, tecavuz û aştiya civakê jî di berxwedanê de ye. Leyla ji bo ku herkes wekî dixwaze bijî di berxwedanê de ye. Em jî xwedî li vê berxwedanê derdikevin û silav dikin. Em dibêjin ku daxwazên Leylayê daxwazên me ne. Divê Leyla Bijî û ji bo ku bijî jî divê em jin dengê xwe bilindtir bikin. Em ê dengê Leylayê di 8'ê Adarê de li her derê bidin bihîstin."
'Kesên rêya rast hîn nebin nikarin bigihên heqîqetê'
Endama Platforma Maf û Edaletê Nurten Eertugrul jî diyar kir ku Leyla û hevalên xwe xwedî rûhekî têkoşer in, greva birçîbûnê ji bo aramiya civakê ye û wiha berdewam kir: "Divê ku em mirovnên ji bo aramiya civakî li ber xwe didin winda nekin. Em çidikin divê em bikin û bên gel hev bi hev re bikin. Îro li ser her kesî tecrîd heye. Em çalakiya greva birçîbûnê girîng dibînim. Sureya Maîde dibêje, 'Kî jiyanekê rizgar bike wekî ku jiyana tevahiya mirovan rigar bike ye'. Ji ber vê ez dibêjim ku; kesên ku rêya rast nebînin nikarin heqîqetê bibînin. Ez ji têkoşîna Leyla Guven û hevalên wê bawer im û dizanim ku wê hata dawî bibin. Lê naxwazim ku heta dawiyê biçe. Ez dixwazim ku bijîn û bi fikr û nêrîna xwe ji civakê re bibin pêşeng. Ez azadiya ku bi bedeldayîna jiyan xwe ji me re diyarî bikin naxwazim. Divê em bi hev re bijîn û tişta pêwist bi hev re bikin."
'Em ê bibin dengê Leyla Guven'
Ji Hewldana Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) Nesteren Davutoglu jî got ku wê Leyla Guven nûh nas kiriye û wiha got: "Bedena wê bê hal bû lê di rûyê wê û di bîra wê de ronahî hebû. Min ew wekî ku li serê çiyayekî rûniştibe dît. Min ew wekî xwişka xwe hîs kir. Hemû tiştê ku got min guhê xwe baş vekirin û guhdar kir. Leyla mafê demokratîk ku bi qanûnên li Tirkiyeyê ger bikevin meriyetê pêkan e dixwaze. Dixwaze ku ev qanûn ji bo hemû kesên bindest pêk bên. Helbet ew mafê Abdullah Ocalan jî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev mafekî xwezayî ye. Em ê bibin dengê Leylayê û daxwazên wê ji her kesî re ragihînin."
Em ê ji bo Leyla bijî têkoşînê bidin'
Nivîskar Ayşegul Devecîoglu jî wiha got: "Em deng didin dengê Leylayê .Dixwazin Leyla Bijî. Ji bo ku Leyla Bijî em ê têkoşînê bidin .Em ê têkoşînê bidin ji bo ku aştî bê vî welatî."