Jinên Femînîst: Pêngava divê tecrîd rabe, Leyla bijî
- 09:14 3 Adar 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Ji jinên femînîst yên Tirkiyeyê ji bo parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 116 rojin di greva birçîbûnê de ye, piştgirî hat. Ji jinên femînîst Fîlîz Karakuş diyar kir ku herî baş jin tecrîdê dizanin û divê tecrîd rabe, Leyla bijî.
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 116’ê de berdewam dike. Pirsgirêkên tenduristiyê yên Leylayê zêde dibin û her wiha serdan û peyamên piştgiriyê jî berdewam dikin. Di rojên borî de jinên femînîst yên Tirkiyeyê çûn Leyla li mala wê ziyaret kirin. jinên çûn serdana Leylayê diyar kirin daxwaza Leylayê daxwaazeke mafdar e û banga avêtina pêngavê li hikûemtê kirin.
‘Em dixwazin Leyla bijî’
Nivîskar Ayşegul Devecîoglu bi lêv kir ku Leyla parlamentereke ku hatiye hilbijartinê ye û bi salane jineke ku têkoşînê dimeşîne ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em piştgiriyê didin daxwaza Leylayê. Ji bo qanûn pêk bên Leyla ket greva birçîbûnê. Qanûnên ji bo hemû girtiyan pêk tên divê ji bo Abdullah Ocalan jî pêk bê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê dewlet berpirsyariya xwe bîne cih û tecrîdê rake. Em ê piştevaniya bi Leylayê re berdewam bikin. Leyla 116 rojin di grevê de lê ne tenê ye. Em dixwazin Leyla bijî. Divê em jin deng bidin dengê Leylayê.”
‘Leyla hevala me ya têkoşînê ye’
Femînîst aktîvîst Fîlîz Karakuş jî daxuyakirin ku di rojên borî de wek jinên femînîst çûnde serdana Leylayê û ev tişt bi lêv kir: “Em hevalên têkoşînê ya Leylayê ne. Têkoşîna Leylayê daye nayê jibîrkirin.Dema şaredar bû, der barê şîdeta li ser jinê de, xala ku kiriye jiyanê heye. Jiyana wê bi têkoşînê derbas bûye. Daxwaza wê ya grevê jî rewa û mafdare. Dixwaze tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Li tu girtî nikare tecrîd pêk bê. Mafê hevdîtina malbat û bi parêzeran re mafê herî sereke ye.Ji bo Leyla bijî çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo aştiyê ev berpirsyariya me ye jî.”
Femînîst Ayşe Erzan jî ev tişt got: “Ya esas jiyan e. Ji bo jiyanê her kes hewl dide. Ji ber vê Leylayê bedena xwe daye ber mirinê û ev mirovan xemgîn dike. Ne tenê Leyla bi sedan kes niha di grevê de ne. Ji ber vê divê ev dijhiqûqî bê rakirin û daxwazên girtiyan bên cih. Li Tirkiyeyê mafên hiqûqî hene. Ev maf bi awayekî kêfî nikarin bên rakirin. Ji vê dewlet berpirse. Ez hêvîdarim ku wê greva Leylayê bi ser keve.”