Jin li dijî şîdeta dewletê dibin yek: Em ji hev biqetin, em ê tune bibin
- 09:12 3 Adar 2019
- Rojane
Hîkmet Tunç
WAN - Femînîst aktîvîst Songul Ozunver diyar kir ku ji ber saziyên jinan bi KHK’ê hatin girtin û polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê, şîdeta li ser jin û zarokan zêde bûye û bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang kir û got: “Divê jin bibin yek, bên cem hev û bikevin piştevaniyê. Em ê her tim li her derê bin. Ger em ji hev biqetin em ê tune bibin. Ger em bibin yek em ê hebin.”
Endama Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku bi KHK’ê hatibû girtin, Songul Ozunver destnîşan kir ku şîdet neqedyaye û berovajî vê teşe guhertiye û li kolanan jin tên qetilkirin. Songulê daxuyakirin ku jin li dijî şîdeta mêr ya li kolanê xwe daye hîskirin, divê li kolanan dengê xwe bilind bikin û li dijî vê şîdetê rawestin û wiha got: “He roj kuştinên jinan, îstîsmara zarokan tê jiyîn. Divê li hember vê jin dengê xwe bilind bikin.”
‘Bi girtina komeleyên jinan re şîdet zêde bû’
Songulê bi lêv kir ku bi girtina komeleyên jinan hewl hatiye dayîn ku rêxistinbûna jinan bê hilweşandin û wiha pê de çû: “Di ser re çiqas dem derbas bibe jî şîdeta li ser jinê tu car neqedya. Em di rewşeke girtina komeleyan de dikevin 8’ê Adarê. Zêdebûna şîdetê girêdayê saziyan e. Ji ber cihê ku jin serî lê bidin tune YE. Şîdet li gorî herêman diguhere. Dewlet jî şîdetê cuda pêk tîne. Me di 4 û 5’ê çile de pêngava ‘Em bi hev re xurtin’ avêt. Jin bi rehetî bernameyên xwe dikin. Daxuyaniyên xwe didin. Lê li vir ne wisa ye. Em li Wanê dema bernameyekê pêk tînin di bin zexta psîkolojîk de ne.”
‘Polîtîkayê dewletê me nerehet dikin’
Songulê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Piştî girtina saziyan, min wek aktîvîstek serbixwe gelek serlêdan girtin. Ji şîdetê zayendî bigire heta şîdeta psîkolojîk, aborî û fîzîkî min gelek serlêdan girt. Li her qadê şîdeta li ser jinê didome. Jin di dorpêçeke şîdetê ya mezin de ne. Polîtîkayên jin û zarokan yên dewletê me bi awayekî cidî nerehet dike. Ji ber pêvajoya demdirêj a OHAL’ê ez demekd irêj tevlî bernameyan nebûm.”
‘Ev wisa derbas nabe’
Songulê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şîdeta li ser jin û zarokan çiqas mezin be jî jin tu car bêdeng neman û got: “Çi dibe bila bibe jin wê dest ji qadan bernedin.”
Songulê ji bo 8’ê Adarê jî bang li jinan kir û wiha got: “Divê jin hêza xwe bikin yek, bên cem hev û bikevin piştevaniyê. Hewcedariya me bi hev heye. Divê jin li dijî polîtîkayên dewletê bibin yek. Em têk naçin. Em her tim li her derê ne. Em ji hev biqetin em ê tune bibin, em bibin yek em ê hebin.”