ROJEVA 3'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 3 Adar 2019
  • Rojev
*Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew dixwazin dîsa li Efrînê lîstikên xwe bilîzin û gotin:"Em dixwazin vegerin Efrînê." DÎMEN HEYE
 
*Phoolan Devî bi navê din Keybanuya Hejdûkan di roja me ya îro de çavkaniya hêza herî mezin a jin jê digirin e. Di temenê biçûk de hat zewicandin. Rastî şîdet û êrîşa zayendî hat. Di 20 salî de bû ‘hejduk’. Phoolan ya serhildêr ku li dijî neheqiyan serî netewand, yek ji jinên ku edeleta xwe bixwe pêk aniye. Li ber parlamentoya ku wek parlamenter ketibûyê di encama suîkastekê de hat kuştin û ji bo xizanan ‘leheng’ ji bo dewlemendan jî ‘kujer’ bû.
 
*Sekrtera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm diyar kir ku şîdeta li hember jinê teşe guhertiye û bi daxistinên cezayan yên wekê cezayê ji ber ‘Şekl û şemala di cih de’, ‘hezkirina zêde’ di kuştinên bi guman de nêrînek wekê ku cezayên kujeran tê daxistin heye û wiha got: “Bi guherîna pergalê re, hewl tê dayîn ku rol modelek bê afirandin û jina makul ya li gorî wan bê afirandin. Li dijî van hemûyan, femînîst hene û tevgera jinan xurt e. Hêviya me heye. Em ê bi hev re bi ser kevin.” BI DÎMEN
 
*Ji jinên femînîst yên Tirkiyeyê ji bo parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 116 rojin di greva birçîbûnê de ye, piştgirî hat. Ji jinên femînîst Fîlîz Karakuş diyar kir ku herî baş jin tecrîdê dizanin û divê tecrîd rabe, Leyla bijî. BI DÎMEN
 
*Li Cizîrê ji bo 9 taxên biryara ‘qada bi rîsk’ hatibû girtin û piştî hemû riyên hiqûqî hatibûn têkçûn şûnde di mehên borî de biryar biribûn Dadgeha Destura Bingehîn (DDB). Serlêdana îtîrazê ya parêzeran ku li ser navê malbatan hatibû kirin hat redkirin.