Pervîn Bûldan: Dê rojek were hûn ê hesab bidin gel

  • 16:23 2 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Sîlopî beşdarî vekirina buroyê bû, diyar kir ku rayedarên hikûmeta partiya wan hedef nîşan didin û got: “Bi heqaret kirina HDP’ê, hewl didin desthilatdariya xwe li ser piyan bigirin. Lê ev derewên wan ên îro dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve.”
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya gel wê, piştî li navenda Sîlopî tûra hilbijartinê avêtin û şûn de, beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Dîcle bûn. HDP’iyên bi konvoyek dirêj ketin taxê, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana HDP’ê” hatin pêşwazî kirin. Dema ku ji wesayîta hilbijartinê navên rêveber û parlementerê HDP’ê yên berê yên girtî hatin anonskirin, girseyê bi hevre dirûşmeya “Sîlopî bi we serbilind e” berz kirin. Li ge jin û ciwanan bi hezaran kes beşdarî vekirina bûyo bû û cihê vekirina  bûroyê veguherî mîtîngê. 
  
Namzeta Hevşaredariya Sîlopî Adalet Fîdan, di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Sîlopiyan ji niha de biryar da ku di 31’ê Adarê de serkeftina xwe pîroz bike. Sîlopî ji niha de bi biryare ku xwe bi xwe birêve bibe.” 
 
Namzetê Hevşaredariyê Suleyman Şavlûk jî, diyar kir ku ev dîmen, dîmenê azadiya gele û wiha bilêv kir: “Em li vê derê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirin a tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye silav dikin.”
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Agiriyê Berdan Ozturk dûre axivî û wiha got: “Merheba ji rêhevên Pakîze, Sevê û Fatmayan re. Sîlopî, li dijî zilmê li ber xwe da. Hewl dan bi şewitandina gund û bajaran pirsgirêka Kurdan çareser bikin. Lê nekarîn bi vî awayî çareser bikin.”
 
Dema ku Berdan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, ciwanan dirûşmeyên ji bo Ocalan berza kirin. Ozturk di dewama axaftina xwe de, ev peyam dan: “Yên ku şer dixwazin tecrîdê giran dikin. Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin, ji derveyî kuştinê tu tiştekê din na axivin. Êdî tişekê wan ên ji bo gelan bêjin nemaye. Dengê Ocalan dengê aştiyê ye. Ji bo ku aştî pêş bikeve hevalên me di greva birçîbûnê dene.”
  
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Mehmet Arslan jî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha axivî: “Botan li ber xwe dide. Dema Sîlopî li ber xwe dide, Kurdistan li ber xwe dide. Em vê berxwedana wê ji niha de pîroz dikin.” 
  
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ji bo axaftina xwe, dema navê wê hat anonskirin,  dirûşme hatin berzkirin û girseyê bi coşek mezin li çepikan xistin.  Bûldan, bi Kurdî gel silav kir û wiha axivî: “Hûn taca serê me ne. We moralek pir mezin da me. Sîlopî biryara xwe daye. Şirnexê biryara xwe daye û Hezexê biryara xwe daye. Şirnex dê di 31’ê Adarê de, li hemû navçe, bajarok û navendê careke din dîrokê binivîsîne. Bi heqaret kirina HDP’ê, hewl didin desthilatdariya xwe li ser piyan bigirin. Lê ev derewên wan ên îro dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve” 
  
Pervîn, dema qedexeyên derketina derve yên Sîloî bibîr xist û wiha got: “Piştî dîroka 2015’an, li vî bajarî mal hatin şewitandin, mirov hatin qetîlkirin û êşên pir mezin hatin jiyîn. Lê vî gelê tu carî çokên xwe danenîn erdê û teslîm nebûn. Sîlopî çokên xwe ne danîn erdê. Me dayîka Taybet ji bîr nekiriye. Me rêhevalên xwe Pakîze, Sêvê û Fatma ji bir nekirine. Em soz didin rêhevalên wan, emê hesabên wan bipirsin. Em rêhevalên Sêvêyane û em neviyên Dayîkên Taybetane. Dibe ku me ev êş dîtin. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda û emê tu carî dest jê bernedin. Herî dawî zarokên me yên 6-7 salî di xew de kuştin. Di sê salên dawî de bi dehan mirovên xwe spartin axê.”
  
Pervîn di dawiya axaftina xwe silav ji Leyla Guven re şandin û wiha got: “Guven 115 rojin di greva birçîbûnê deye. Hevalên me bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Tenê yek daxwaza wan heye. Ew jî hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye. Vê daxwaza meşrû ji nedîtî ve tên. Ji bo hevalên me yên di greva birçîbûnê de, jiyana xwe ji dest nedin, em dixwazin Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Divê Wezareta Dadê qanûnên xwe bi cih bîne. Ev deran dê vegera û rojek dê were hûnê jî hesap bidin gel.”
 
 Pervîn û şandeya gel wê, piştî axaftinê buroya hilbijartinê vekirin û ji bo biçin Şirnexê ketin rê.