Kongreya Star belevokên 8'ê Adarê belav kir
- 15:55 2 Adar 2019
- Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star bi alîkariya sazî û dazgehên jinan belevokên çalakiyên ji bo 8`ê Adarê li Kobanê û nevçeya Qinê belav kir.
Bi dehan endamên Rêxistina Sara, komîteya Perwerdê, Desteya Jin, Jineolojî û endamên bi pêşengtiya Kongreya Star di nava rêzeçalakiyên 8`ê Adarê de belevok li Kantona Kobanê û Navçeya Qinê belav kirin.
Belevokên ku hatin belavkirin wiha bûn:
"Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo avakirina civaka polîtîk û exlaq, ji bo avakirina hevjiyaneke azad, ji bo azadî têkoşîn û berxwedana jinan û ji bo azadî û wekheviya netewan, beşdarî pilansaziya çalakiyên ku wê bên lidarxistin bibin."
Li navçeya Qinê piştî belavokan li ser navê Kongreya Star a Qinê Suad Şêx Demir axivî û wiha got: "Di serî de em roja jinên cîhanê li Rêber Apo û hevalên ku di Greva Birçîbûnê û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Di vê roja pîroz de em wek jin xwedî li Rêberê Xwe derdikevin. Ji ber ku coşa jinê ya Rojhilata Navîn de girîng e. Têkoşîna me tunekirina desthiladariyê ye. Em ê desthiladariyê têk bibin û jiyaneke azad bijîn."