Jinên Amedê ji bo çalakiya 8'ê Adarê hatin gel hevdu

  • 15:34 2 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Komeleya Jinê ya Rosa bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Eywana Elegance ya Ayaz ya Dawetê çalakiya muzikê li dar xist.
 
Komeleya Jinê ya Rosa bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Eywana Elegance ya Ayaz ya Dawetê çalakiya muzikê li dar xist. Endamên Komeleya Jinê ya Rosa, Hevserokên Şaredariyê yên HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinê ya Dicle Amed (DAKP), beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de stran hatin gotin
 
Ji avakarê komeleyê Adalet Kaya axaftina destpêkê kir û got:"Ji bo em moral bidin hevdu me organizasyonek wiha çê kir. Îro li ser erdnîgariya me tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan di rojevê de ye. Ev tecrîd bi taybet li ser jinan tê kirin. Em têkoşîna Leyla Guven û rêhevalên wê ya li dijî tecrîdê slav û pîroz dikin. Em hemû stranên xwe ji bo wan dibêjin."
 
Hunermenda Kurd Rewşen Çelîker anî ziman ku ew dixwaze stranên ku dibêje bibe wesîleya aştiyê û got ew gelek bextewar e ku bi jinan re hatine gel hevdu. 
 
Çalakî bi stranên Rewşen Çeliker didome.