Fîlîz Kerestecioglu: Li dijî dagirkeriyê divê em dengên beşên muxalîf zêdetir bikin

  • 15:31 2 Adar 2019
  • Rojane
ENQERE - Namzeta Serokatiya Şaredariya HDP’ê ya Çankaya Fîlîz Kerestecîoglu, bi rojnamegeran re hatin gelhev û got: “Qadên ku me namzet lê dernexistin, nayê wê wateyê ku me vale hiştine. Me li gel navçeyan namzet û endamên meclîsên xwe diyar kirine. Em dixwazin ku rêveberiyên herêmî xurt bikin.”
 
Namzeta Serokatiya Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Çankaya Fîlîz Kerestecîoglu û namzetên Meclîsa Şaredariyê derbarê kar û xebatên xwe yên hilbijartinê de li Mulkiyeler Bîrlîgî  civîna çapemeniyê li dar xistin.
 
Fîlîz, berî bersiv bide pirsên rojnamegeran derbarê Navçeya Cankaya û hilbijartina herêmî de agahî da. Kerestecîoglu, diyar kir ku medya serdest bi tu awayî nûçeyên HDP’ê nade û wiha axivî: “Lê ligel vê jî, hemû kes li ser stratejiya HDP’ê ya hilbijartina herêmî diaxivin. Ji bo reşkirina HDP’ê nîqaş hene. Ji ber stratejiya me diyar kirî, îro hemû aktorên desthilatdariyê êrîşî me dikin.”
  
Fîlîz, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Demokrasiya welat û demokrasiya bajêr bi hev ve girêdayîne. Di 31’ê Adarê de, ji bo demokrasiyê dê li welat û bajêr derî vebin. Em jî di vê  çarçoveyê de têkoşîna xwe bi rêve  dibin. Di vê çarçoveyê de me, hevalên xwe Gultan Kişanak û Leyla Guven ên pişiya şaredartiya jinê vekirin û îro têkoşînek mezin didin silav dikin.” 
 
Fîlîz, da zanîn ku feraseta wan a herî mezin demokrasiyê û wiha pê de çû: “Bi stratejiya me danî holê em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin. Îro bi wêneyên Erdogan her der dagir kirine. Li dijî vê dagirkeriyê divê em dengên beşên muxalîf zêdetir bikin.” 
 
Fîlîz, da zanîn ku Enqere bajarê yekemîn ê AVM’ê ye û wiha bilêv kir: “Bajarê Çankaya bi bostanên xwe têr û tij ye. Li Çankayê, avakirina kooperatîfên hilberînê û serfkarî, xwarinên erzan, bazarên semtan, çanda demokrasiyê avakirin û xwe bi xwe bi rêve birin ne xeyaliye û emê van pêk bînin.”