Kongreya Star li Hesekê şahiya 8'ê Adarê li dar xist
- 15:01 2 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Rêxistina Jinê Kongreya Star şahiya 8'ê Adarê li Hesekê li dar xist.
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Kongreya Star li Qada Şoreşa Jinê ya Hesekê şahî li dar xist. Wesayet û qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, alên Kongreya Star û YPJ'ê hatin xemilandin. Endamên Kongreya Star, Kevana Zêrîn, Malbatên Şehîdan û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Jin bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî şahiyê bûn. Bi wesayetan li bajêr ger hat kirin. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Kongreya Star Jiyan Hisên, Rîma Îsa, li ser navê Malbatên Şehîdan Emîna Dawid û jina bi navê Ciwan Eyhan axivîn.
Di axaftinan de hat gotin ku dê bi rihê berxwedana Leyla Guven îsal 8'ê Adarê bê pîrozkirin û dê têkoşîna jinên Kurd mezintir bibe.
Şahî bi stranên berxwedana jinê yên ji aliyê Jina Ciwan Zîlan Hesekê ve hat gotin bi dawî bû. Her wiha dê wesayeta 8'ê Adarê sibehê berê xwe bide Til Temirê.