Ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê şahiya 8'ê Adarê
- 12:45 2 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê, Nergis Oymak di şahiya 8'ê Adarê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Kuçukçemeceyê hat lidarxistin, axivî û got:"Em xwedî li serîhildana Leyla Guven û 331 rêhevalên wê xwedî derdikevin. Dê tecrîd bi serîhildana jinê bê şikandin."
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê li Eywana Dawetê ya Doganayê çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li dar xist. Gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtina ji bo jinên di nava têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, hat destpêkirin. Piştre sinevizyona ku serîhildana Karkerên Flormarê rave dikir hat temaşekirin.
'Têkoşîna Leyla Guven a me hemûyan e'
Piştre Hevberdevka HDP'ê ya Kuçeya Îkiteliyê Bêrîvan Bozan axivî û got:"Me bi salane li dijî dewletê û mêr têkoşînên mezin da. Em bûn Sara, Rojbin, Ozgecan, Leyla. Li dijî tundiyê me li berxwe da. Têkoşîna Leyla Guven a me hemûyan e. Daxwazên wê daxwazên me ne. Em ê serî netewînin û têkoşîna xwe bidomînin."
Piştre Koma Şanoyê ya Jinan a Amator lîstika xwe ya "Xweparastin" lîstin.
'Tecrîd li jina tê kirin'
Piştre Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê Nergis Oymak wiha got:"Me têkoşîna jinên li fabrikaya Newyorkê bi têkoşîna Jinên Rojava tacîdar kir. Tecrîd li jina tê kirin. Ancax jin tecrîdê û zilmê bi dawî bike."
Piştre strana Koma Berxwedan a ji bo Leyla Guven hatibû nivîsandin hat gotin.
'Me ji Leyla hêz û moral girt'
Herî dawî Endama PM'a HDP'ê Asiye Kolçak got:"Ji bo jin bibin xwedî statuyek wekhev, azad bibin em li berxwe didin. Em berxwedana Leyla pîroz dibînin. Em çûn serdana wê û me ji Leyla hêz û moral girt."
Piştî axaftinan bi stranên MKM'ê şahî bi dawî bû.