Berxwedana Leyla Guven di roja 115'an de ye

  • 12:18 2 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 115'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 115'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.
 
Leyla ya ku çalakiya wê berdewam dike heta niha ji çar hêlên Tirkiyeyê û gelek welatên din piştgirî ji bo wê tê û ji aliyê gelek nûnerên saziyan ve serdana wê tê kirin. Heta roja îro ji bo  Leylayê ji aliyê gelek nivîskar, siyasetmedar peyamên piştevaniyê hatine dayîn.  Kesên ku piştgiriyê didin Leylayê dibêjin ku tecrîd Sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmetê dixwazin ku tecrîd bê rakirin.  Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê, diyar kirin ku ji 1'ê Aadarê de ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin ew ê bikevin greva birçîbûnê.  
 
Ji Dayikên Plaza Mayo yên ku bi lêgerîna adaletê ya ji bo zarokên xwe yên windayî, ya li Arjantînê, bûne sembol, Nora Morales Cortinas û sê rojnamegerên bi wê re pîrtûkek Kurdî ya bi navê "Gulê Gulîstan" diyarî Leyla Guven kirin. Nora got:"Di nava şerên li welatê me min jî lawê xwe winda kir û hîn jî cenazeyê wî windayî ye. Em jî wekî we di nava lêgerîna edaletê de ne. Min tu carî wêneyê zarokê xwe ji stûyê xwe dernexist. Ew ji bo min sembol e. Loma ez girîngiya çalakiya we fam dikim."
 
Leyla jî anî ziman ku ew jî êşa wan parve dike û got ku cihên şer lê hebe li wir êşên hevpar hene û got dê li dijî şer her dem di nava piştevaniyê de bin. 
 
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 76'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 102'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 75'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 76'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 42'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 47'an de berdewam dike.
 
Bi sedan girtî di grevê de ne
 
Li girtîgehan her roj komên nû li komên çalakger zêde dibin. Herî dawî li Girtîgeha Şakraên 8 girtiyan di 15'ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirine. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê hat aşkerakirin ku li 60 girtîgehan 321 gitî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ne. Hat aşkerakirin ku ev hejmar dibe di demên pêş de zêdtir bibe û li aliyekî jî çalakîya dorveger a greva birîbûnê jî li girtîgehan berdewam dike. 
 
 Gav nehat avêtin
 
Li gel bertên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.