Zarokê ku ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin: Ji bo em şer bikin me perwerde dikirin

  • 10:17 2 Adar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Hêzên QSD'ê bi pêngava Bagera Cizîrê gelek sîvîl û bajar ji DAÎŞ'ê rizgar kir. Her wiha bi operasyona li dijî çeteyan li Dêra Zorê gelek çete teslîmî QSD'ê bûn. Zarokê bi navê Sedam Hisên ê ku ji destên çeteyan hat rizgarkirin got:"Ez nefretê ji DAÎŞ'ê dikim. Wan gelek zilim li me kir. Dixwestin em ji nasnameya dûr bikevin û li dijî dayik û bavên xwe şer bikin."
 
Bi Pêngava Bagera Cizîrê gelek bajar û bi hezaran sîvîl ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Zarokê 15 salî yê bi navê Sedam Hisên ê ku ji aliyê QSD'ê ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin diyar kir ku DAÎŞ'ê gelek îşkence li wan dikir û got:"Ji bo em şer bikin me perwerde dikirin. Digotin 'divê hûn li dijî Gelê Kurd şer bikin û serê wan jê bikin'."
 
'Dixwestin em ji nasnameya xwe dûr bikevin'
 
Sedam diyar kir ku ew gelek bextewar e ji ber ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin û wiha got:"Dema ku çeteyan êrîşî Şengalê kir, em û malbata me revandin. Dawiyê me ji malbata me dûr xistin. Zarok tenê hiştin û ew hînî quran û nimêjê dikirin. Armanca wan ew bû ku em ji rastî û ji nasnameya xwe dûr bikevin. Her roj li me dixistin. Ez nefretê ji DAÎŞ'ê dikim. Wan gelek zilim li me kir. Dixwestin em ji nasnameya xwe dûr bikevin û li dijî dayik û bavên xwe şer bikin. Ji bo em şer bikin me perwerde dikirin. Digotin 'divê hûn li dijî Gelê Kurd şer bikin û serê wan jê bikin'. Lê niha gelek bextewar im ku ji çeteyan hatim rizgarkirin."
 
'Her zarok jiyanek xweş heq dike'
 
Endama Mala Êzidiyan Nalîn Reşo jî wiha got:"Dema zarok gihaştin Gundê Qemer ba me, di destpêkê de pirsa Şengalê kirin. Ji ber zilma ku dîtibûn hem wekî tenduristî hem jî tenduristiya wan ne baş bû. Heyva Sor a Kurd di vî warî de gelek alîkariya zarokan kir. Zarokên Şengalê dixwazin vegerin ser axa xwe. Ji bo ew xwe baş hês bikin tiştên ku ji destên me hat me kir. Em dixwazin ku her zarok bextewar bin. Her zarok jiyanek xweş heq dike."