Jinên Ereb: Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pêşwazî bikin
- 09:04 2 Adar 2019
- Rojane
Îlaham Eloso
KOBANÊ - Jinên Ereb ên bajarokê Sirînê roja 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û gotin:"Roja bi wate û pîroz ji bo tevahî jinên cîhanê ye, divê hemû rojên me wekî 8'ê Adarê bi coş û bi têkoşînek mezin derbas bibe."
Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, jinên Ereb ên Bajarokê Sirînê yê Kobanê yê herêma Firatê nerînên xwe parve kirin û gotin:"Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pêşwazî bikin."
'Leyla Guven sembola aştî û azadiyê ye'
Ferdûs Kino roja 8'ê darê li tevahî jinan pîroz kir û got:"Roja têkoşîn û berxwedana jinê, her dem zindî maye. Em ê vê têkoşînê berdewam bikin û li dijî zihniyeta faşîst û dagirker li berxwe bidin. Di şexsê berxwedana Leyla Guven de roja 8'ê Adarê wek her sal bi reng û dengê jina azad pîroz bikin. Leyla Guven sembola aştî û azadiyê ye."
'Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dijminatiya jinê bidomînin'
Xedîca Kinî jî wiha got:"Ev roja bi felsefeya Rêber Apo hat naskirin û bi wate bû. 8'ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinên têkoşer pîroz be. Wateya vê rojê pir cuda ye taybet ji bo jinên bakur û rojhelatê Sûriyeyê ku hîn têkoşîna xwe didomînin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dijminatiya jinê bidomînin."
'Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pêşwazî bikin'
Her wiha Merwa Remo jî wiha got:" Bi çalakiyan seranserî cîhanê jin vê rojê pîroz dikin û bi wate dibînin. Divê em hemû jin di vê rojê bên gel hevdu û li dijî tundiya li ser jinê em dengê xwe bilind bikin.Roja bi wate û pîroz ji bo tevahî jinên cîhanê ye, divê hemû rojên me wekî 8'ê Adarê bi coş û bi têkoşînek mezin derbas bibe. Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pêşwazî bikin."