'Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan, Mala Jinê girîng e'

  • 09:03 2 Adar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Hesekê Emel Baravî derbarê xebat û rêxistinbûyina jinê de diyar kir ku ji bo feraseta tundiyê ya li dijî jinê biguhere xebatên hevpar girîng in û wiha got:"Rol û misyona jinê ya ji bo guhertina civakê girîng e. Divê di destpêkê de jin xwe birêxistin bikin da ku serî li hemberî zihniyeta baviksalarî netewînin."
 
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinê di her qadê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Gelek saziyên ji bo jinê hatin avakirin. Yek ji van sazînan a Mala Jinê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Hesekê Emel Baravî derbarê derbarê xebat û rêxistinbûyina jinê de wiha got:"Jin xwedî îrade û hêzek taybet in. Li qadê divê jin çalak be. Pêşketina civakê bi çalakbûyina wê pêkan e."
 
'Em çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin'
 
Emelê wiha got:"Ji bo jin li dijî îstismar, îşkence û tundiyê bê parastin Mala Jinê girîng e. Di destpêka avakirin Mala Jinê de zehmetî hatin jiyîn. Ji ber ku civak bi salan e bi hişmendiyek baviksalarî bi rêve tê birin loma guhertina civakê di destpêkê de zehmet bû. Her wiha di destpêkê de di warê perwerdekirina jinan de jî me zehmetî kişand. Lê me tevî jina têkoşîna xwe mezin kir. Me di warê zagonên jinan de xebat meşandin. Ji bo zewaca di temenê zarokatî de çê nebe em gelekî xebitîn. Niha gelek jin beşdarî xebatên me dibin û xwe ji zihniyeta baviksalarî rizgar dikin. Em çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin. Rol û misyona jinê ya ji bo guhertina civakê girîng e. Divê di destpêkê de jin xwe birêxistin bikin da ku serî li hemberî zihniyeta baviksalarî netewînin. Jin xwedî îrade û hêzek taybet in. Li qadê divê jin çalak be. Pêşketina civakê bi çalakbûyina wê pêkan e."
 
'Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan, Mala Jinê girîng e'
 
Her wiha Nizêla Hemdiye jî wiha got:"Yên min jî pirsgirêkên min hebûn. Lê bi saya hewldana xebatkarên Mala Jinê me çareser kir. Loma spas dikim. Çi jinên ku rastî neheqî û zilmê tên bila berê xwe bidin mala jinê. Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan, Mala Jinê girîng e."