ROJEVA 2'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:01 2 Adar 2019
  • Rojane
 
 
*Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Hesekê Emel Baravî derbarê xebat û rêxistinbûyina jinê de diyar kir ku ji bo feraseta tundiyê ya li dijî jinê biguhere xebatên hevpar girîng in û wiha got:"Rol û misyona jinê ya ji bo guhertina civakê girîng e. Divê di destpêkê de jin xwe birêxistin bikin da ku serî li hemberî zihniyeta baviksalarî netewînin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Ereb ên bajarokê Sirînê roja 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û gotin:"Roja bi wate û pîroz ji bo tevahî jinên cîhanê ye,  divê hemû rojên me wekî 8'ê Adarê bi coş û bi têkoşînek mezin derbas bibe."DÎMEN HEYE
 
*Li Erdexanê HES’ên ku tên çêkirin zirarê didin xwezaya bajêr. Bendavên ku li navçeya Posof, Xanek û Çildarê hatine çêkirin bûne sedema zuhabûna çemê Kurayê. BI DÎMEN
 
*Karkerên Flormarê yên bi hinceta sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin û ji bo vegerin karê xwe dest bi çalakiyê kirin di roja 292’an de çalakiya xwe didomînin. Jinên her sal 8’ê Adarê li fabrîkayê derbas kirin, îsal wê yekem car derkevin qadan. Jinan diyar kirin ku bi berxwedanê jiyana wan guheriye û gotin piştî berxwedanê 8’ê Adarê watedartir bûye.BI DÎMEN
 
*Xwişkên Mîrabel ên li dijî dîktatorî û pergala serdest a mêr têkoşîn meşandin, çerxa pergala ku wek xetere dihat dîtin jî ji kokê hejandin û di têkoşîna jinan de bûn mîlad. Têkoşîna her sê xwişkan bandor li hemû cîhanê kir.
 
*Li Stenbolê jinên ji bo mîtînga 8’ê Adarê amadekariyan dikin, ji bo têkoşîna li dijî krîza aborî, şîdet û şer, mezin bikin wê li qadan bin. Jinan diyar kirin ku wê dengê Leyla Guven a li dijî tecrîdê dest bi grevê kiriye, bilind bikin û gotin ew ê li qadan li dijî tecrîdê bimeşin. BI DÎMEN
 
*Namzeta hevşaredariya Çermûgê ya HDP’ê Makbule Çakin ji bo di xebatên siyasî de cih negire di 15 salî de tê zewicandin lê li dijî pergala feodal a heyî şûnde gav neavêt. Makbuleyê diyar kir ku hedefa wê ev e ku pergala feodal a mêr a li wir hilweşîne û Çermûgê ji bo jinan xweştir bike.BI DÎMEN
 
*Hefteya Derhênerên Jin, bi derhênerên jin re platformek berfireh pêşkeş dike û ji bo kesên nû ketine nav xebatên sînemayê û hezkiriyên sînemayê fîlm û bernameyan pêşkeş dike.BI DÎMEN
 
* Jinên karker ên Îzmîrê diyar kirin ku jinên ne kedkar tune ne û got divê şert û mercên xebatan bên başkirin, 8’ê Adarê bibe betlane. Jinan da zanîn ku ger jin li kolanan bin wê her kes azad be û li dijî mobing û tacîzê jî banga têkoşînê kirin.