Li sîlopiyê gel ji bo vekirina buroyê hat vexwendin
- 15:28 1 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Sîlopiyê, gel vexwend vekirina buroya HDP'ê ya ku sibe wê bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê bê kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Sîlopiyê gel vexwedn vekirina buroya hilbijartinê ku wê sibe bê pêkanîn. Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û namzedên hevşaredariyê Suleyman Şavluk û Adalet Fîdan gelê Sîlopiyê vexwemdom ji bo vekirina buroya hilbijartinê ku wê sibe bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan pêk bê.
HDP'yiyên ku li navçeyê geriyan û serdana esnafan kirin ji aliyê gel ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin.
Welatiyan got; "Em bi we re ne. Em ê bi ser bikevin" û serkeftin ji namzedên HDP'ê re xwestin.
Rêxistina HDP'ê ya Sîlopiyê wê sibe li taxa Dîcleyê buroya xwe ya 1'emîn a hilbijartinê veke.