Jinan li Wanê bernameya 8'ê Adarê aşkera kir
- 15:18 1 Adar 2019
- Rojane
WAN - Meclisa Jinan a TJA û HDP'ê li Wanê bernameya xwe ya çalakiyên 8'ê Adarê ku wê hefteyek berdewam bikin û bi mîtînga ku wê di 8'ê Adarê de bê lidarxistin bi dawî bikin aşkera kirin.
Meclisa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê bernameya xwe ya çalakiyên 8'ê Adarê ku wê hefteyek berdewam bikin û bi mîtînga ku wê di 8'ê Adarê de bê lidarxistin bi dawî bikin bi daxuyaniyeke ku dan aşkera kirin.
Li salona ku lê daxuyanî hat dayîn pankarta li ser wêneyê Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê li ser ku li dijî tecîrîdê berxwedana xwe ya greva birçîbûnê DI ROJA 114'an de berdewam dike Leyla Guven hat daliqandin.
'Em ê berxwedana xwe mezin bikin'
Li ser navê komîteya amadekar a 8'ê Adarê Rêvebera DBP'ê ya Wanê Berken Kizilboga axivî û got: "Em 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dijî van hemû êrîşên faşîzan bi ruhê têkoşer ê jinan ê rêxistinkirî û bi biryardariya serkeftinê pêşwazî dikin. Em DI Pêvajoya dîrokî û girîng re derbas dibin. Em ê wekî jin sînorên faşîzan ên dijqanûnî û bendan derbas bikin, meşrûbûna xwe esas bigirin û bi ser kevin. Em bi berxwedana Leyla li gel hev in, li dijî zîhniyeta faşît ku di xwaze me tune bihesibîne em ê dengê xwe bilind bikin û em dibêjin ku em ji bo bidin jiyîn û bijîn di grevê de ne."
'Em ê bi dengê xwe li qadan bin'
Berkan herî dawî diyar kir ku ew ê bi dirûşma "Jin ji bo azadiyê di berxwedanê û grevê de ne" di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha berdewam kir: "Ruyê erdê ne cihê dagirkirinê ye, cihê jiyanê ye. Em ê li dijî pergala yek deng bi zimanê xwe, dengê xwe û lîlandina xwe li qadan bin."
Berkan bernameya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wiha rêz kir:
2'yê Adarê
* Li Erdîşê saet di 13: 00'an de hevdîtina jinan,
* Li westanê hevdîtina jinan saet di 11.00'an de,
3'yê Adarê
*Li Elbakê saet di 13.00'an de hevdtîna jinan,
*Li Çardêranê saet di 14.00'an de hevdîtina jinan,
4'ê Adarê
* Li Payizavayê saet di 12.00'an de hevdîtina jinan,
*Li Sarayê saet di11.00’an de hevdîtina jinan,
* Li Qelqeliyê saet di 13.00’an de hevdîtina jinan
* Li Bêgirê ’de saet 13.00’de hevdîtina jinan,
6'ê Adarê
* Bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li Kolana Cumhuriyetê Saet di 15.00'an de vekirina buroya hilbijartinê,
7'ê Adarê
Set di 10.00'an de xwedina rapora Qeyûm,
8'ê Adarê
*Bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li Parka Musa Anter saet di 11.00'an de mîtînga 8'ê Adarê wê bê lidarxistin."
Jinan civîn bi dirûşmên, “Jin jiyan azadi” û Biji berxwedana zindanan” bi dawî kir.