Li Hesekê ji bo 8'ê Adarê semîner hat dayin
- 14:39 1 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Ji bo danasîna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semînerek ji aliyê Kongreya Star a bajarê Hesekê hat lidarxistin .
Îro bi armanca danasîna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semînerek li Taxa Xerbê ya bajarê Hesekê ji aliyê Kongira Star hate li dar xistin.Semîner bi tevlîbûna bi dehan gelê bajarê hesekê û bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Semîner ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Reca Ehmed hat dayîn .
Di semînerê de li ser dîroka jin û şoreşa li hemberî zulim û koletiyê hat sekinandin û wiha hat gotin :” Roja 8'ê Adarê li hemû jinan em pîroz dikin. Jinan di kargehekê kar dikirin ,û dema xebatê wan ji ya zilam pirtir bû ,di heman demê de alîkariya ku distendin ji ya zilaman jî kêmtir bû. Di sala 1857’an de jin li Newyorkê daketin qadan û daxawaza mafê xwe kirin û li himber ne wekheviyê serîhildan ,di sala 1908’an de carek din jin daketin qadan. Li Newyorkê daxwaza mafê xweyî xwezayî kirin. Jinan Nan û Gul rakiribûn, nan tê wateya mafê xwe xwestin ,Gul tê wateya Aştî û wekheviyê . Di 1910'an jin îdî nema bi vî rengî kar kir ,xwediyê kargehê wan hemûyan li kargehê kom kirin û wan şewtandin, nêzî 129 jin hatin şewitandin .Di sala 1977’an de Roja 8 Adarê Roja Jinên Cihanê hat îlankirin. Li dijî zilm û zordestiyê divê em bidin yek û vê dîroka 8'ê Adarê baş bizanibin."
Recayê di dewama Semînerê de diyar kir ku berxwedanî û têkoşîna parlamentera HDP’ê Leyla Guven berdewama têkoşîn û berxwedaniya 8 Adarê ye .
Semîner bi dirûşmeya "jin jiyan azadî "bi dawî bû “.