Kongreya Star ji bo 8'ê Adarê li Kobanê daxuyanî da

  • 14:19 1 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ / QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star ji bo  8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyan kir. 
 
Rêxistina Kongreya Star ji bo  8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyan kir. Li Kobanê û Qamişloyê Kongreya Star daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya  Kongreya Star Mizgîn Xelîl û Zozan Bozo ve bi kurdî û erebî hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Beriya her tiştî em berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê yên ji bo aştiyê û bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo bedena we dane ber birçîbûnê, slav dikin. Em weke tevgera jin pêwîst e berxwedana xwe mezin bikin û çalakiyên xwe zêdetir bikin. Bi armanca azadiya Rêber Apo û azadiya jinê û azadiya hemû jinên blindest em ê tekoşîna xwe  mezintir bikin. 
 
Êdî divê hemû rojên me bibin roja 8'ê Adarê ji bo ku em karibin jiyana xwe ya têkoşer dewam bikin û li ser xeta têkoşer û lehengan bimeşin. Em ji bo parastina mafê jinê, aştî û azadiyê her li berxwe bidin."
 
Qamişlo
 
Her wiha li Qamişloyê li li ber navenda Kongreya Star daxuyanî ji bo 8'ê Adarê da. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Madilîn Şêx Xidir ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de alên kongreya star û wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. 
 
Di daxuyaniya Qamişloyê de wiha hat gotin:
 
"Em Roja 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Roja 8'ê Adarê di encama têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî de hatiye îlankirin. Helbet ev têkoşîn bi saya îdeolojiya azadiya jinê ya ku Rêber Apo diyarî kiriye zindî bû û roj bi roj berfireh û xurtir dibe.
 Bi pêşengtiya jinên têkoşer yên ku bûne sembola xeta berxwedanê, jinên mîna Roza Luksembork, Sakîne Cansiz, Hêlîn Qereçox û Henaen, û îro jî Leyla Guven em gihaştina asta têkoşîna bi rûmet. Li hember faşîzmê em li berxe didin û têkoşîna me didome. Ew faşîzma ku xwest vîna azad tune bike û zihniyeta desthilatdar bide ferzkirin.
 
Şoreşa jinê li Rojava bû bingeha avakirina projeya netewa-demokratîk û jiyana hevbeş, di tevahî Bakur û rojhilatê suriyê de. Her wiha rola pêşeng ya YPJ'ê di tunekirina DAIŞ'ê de, bû cihê hêz dayîn û xuritkirina jinê. Di heman demê de lêgerîna wê ji bo azadiyê zêdetir bû. Li ser vî esasî em ê li ser van destkeftiyên şoreşa jinê, li hember her cureyên hişmendiya paşverû û faşîzimê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Her wiha em weke jinên Rojhilata Navîn xwedî jiyan in, jiyan jin e. Jin û jiyanê li hember hemû tarîtiyan, dijminatiyan û qirkirinan biparêzin. Em jin in, hêza jin a parastina jin û jiyanê heye, kes nikare dest bavêje jin û jiyanê. Di heman demê de em ê israr û vîna xwe ji bo jiyaneke azad û demokrat mezintir bikin. Her wiha hişmendiya DAIŞ'ê û her cureyên terorê yên dewletan li Rojhilata Navîn bi destên jinê têk çûn. Careke din em soza bilindkirina tekoşînê nûh dikin û bang li hemû jinan dikin ku bi coş tevlî hemû çalakiyên me bibin."
 
Rêzeçalakiyên 8'ê Adarê wiha ne
 
Di dawiya daxuyaniyê de rêzeçalakiyên 8'ê Adarê jî hatin rêzkirin: "Li  Bakur û Rojhilatê Suriyê dê festivala hevgirtina jinên rewşenbîr were li darxistin.Her wiha li her derê dê bi dehan civîn bên çêkirin. Qada jina azad û axaftina kursî dê bên gerandin di nav bajaran de, hemleya paqijiya welat  dê bê kirin. Dar ew ê bêne çandin û herî dawî li  harêman çalakiyên girseyî dê bên li darxistin."
 
Daxwiyanî bi diruşmeyên " jin jiyan azadî" ," bê serok jiyan nabe" û "bijî berxwdana zindana" bi dawî bû.