Jinên Şengalê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên Mexmûrê kirin
- 13:10 1 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Endamên TAJÊ serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên Mexmûrê kirin.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 114'an. Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê didome. Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî çalakiya piştigriya ji bo greva birçîbûnê didome. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo piştevaniyê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên Mexmûrê kirin.
'Em ê heta dawiyê li ve çalakiyê xwedî derkevin'
Jina bi navê Zehra Şengalî nêrînên xwe wiha anî ziman:"Em ji dil û can piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir. Em jî wekî jinên Kurd ên Êzidî piştgiriyê didin vê çalakiyê. Ev tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser hemû gelan e. Ev çalakî ji bo me hemû jinan hêzeke. Em ê heta dawiyê li ve çalakiyê xwedî derkevin."
'Em tecrîda li ser Rêberê xwe tu carî qebûl nakin'
Her wiha jina bi navê Rehîme Laleş jî wiha got:"Em berxwedana çalakgerên di greva birçîbûnê de ne pîroz dikin. Ji bo em piştgiriyê bidin wan em hatin serdana wan. Ev berxwedan dide nîşandan ku Gelê Kurd tecrîda li ser Rêberê xwe tu carî qebûl nake. Em tecrîda li ser Rêberê xwe tu carî qebûl nakin û em dibêjin ku heta tecrîd bi dawî bibe em ê li berxwe bidin."