Ji endamên GIK- DER û SKB'ê çalakiya piştevaniyê
- 12:25 1 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ingilistanê 15 endamên GIK -DER û SKB'ê ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana Leyla Guven a di roja 114'emîn de berdewam dike ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Endamên Komelya Karkerên Koçber (GIK -DER) ku li Ingilistanê xebatên xwe dimeşîne û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ji bo piştevaniya bi berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê di roja 114'emîn de berdewam dike li herêma Manor Housê ya Londonê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Di daxuyaniya ku beriya çalakiya 15 kes tevli bûn de hat dayîn wiha hat gotin: "Em wekî Komeleya Kedkarên Koçber a Çandê û ya Jinên Sosyalîst berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdê bi dirûşma 'Tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin' pêşwazî dikin û kesên ku berxwedanê bilind dikin silav dikin. Em bang li hemû kesên xwecihî, Tirkiyeyî û Kurdistanî dikin ku bên serdana konê çalakiyê û di kesayeta Leyla Guven û Îmam Şîş de bibin dengê berxwedêran."