Ferîde Şengalî: Pêngava Bagera Cizîrê serkeftinek pîroz e
- 12:24 1 Adar 2019
- Rojane
Nesrîn Hisen
ŞENGAL - Di encama Pêngava Bagera Cizîrê de gelek sîvîl ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Berdevka TAJÊ Ferîde Şengalî derbarê rizgarkirina bi hezaran sîvîlî diyar kir ku pêngava Bagera Cizîrê serkeftinek pîroz e û got:"Li ber çavên cîhanê bi hezaran Êzidî hatin girtin, qetilkirin, firotin û îşkence bi wan hatin kirin. Lê îro dîsa li ber çavên hemû dinyayê dawiya DAÎŞ'ê tê. Ev serkeftina gelê Kurd e. Ev serîhildan û serkeftinê dê di rûpelên dîrokî de xwediyê taybetmendiyek mezin be."
Bi pêngava Bagera Cizîrê çeteyên DAÎŞ'ê qefle bi qefle radestî hêzên QSD'ê dibin. DAÎŞ bi dawî dibe û bi hezaran sîvîl jî ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Gelek Êzidiyên ku hatin rizgarkirin ji ber ku korîdora di navera Rojava û Şengalê ji aliyê Hikumeta Iraqê hatibû girtin di warê gihaştina Şengalê de tengasî jiyan. Dayikan bi keda destên xwe koridor dan vekirin û Êzidiyên hatin rizgarkirin derbasî Şengalê bûn. Têkildarî mijarê de Berdevka TAJÊ Ferîde Şengalî got:"Li dijî faşîzmê û yekperestiyê têkoşîna Gelê Kurd her dewam kiriye û ew ê bike. Bi pêngava Bagera Cizîrê gelê Kurd di dîrokê de rûpelên nû vekir. Ev serkeftin ji bo hemû cîhanê ye. Ji bo xizmeta mirovatiyê ye."
'Em bejna xwe li ber keda hêzên QSD'ê ditewînin'
Ferîdeyê wiha got:"Bi bedelên giran gelek Êzidî ji aliye QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Em ji bo vê yekê ji QSD'ê re spas dikin. Em bejna xwe li ber keda hêzên QSD'ê ditewînin. Ev dora 4 heyvan e ku korîdora mirovahiyê ya di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê Hikumeta Irakê hatiye girtin. Em nikarin Êzidiyên ku hatine rizgarkirin bînin Şengalê. Gelek caran jî dayikan bi keda destên xwe korîdor dane vekirin. Niha gelek sîvîlên ku ji DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin li hêvî ne ku derbasî Şengalê bibin. Ji bo ku korîdor bê vekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
'Pêngava Bagera Cizîrê serkeftinek pîroz e'
Ferîdeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li ber çavên cîhanê bi hezaran Êzidî hatin girtin, qetilkirin, firotin û îşkence bi wan hatin kirin. Lê îro dîsa li ber çavên hemû dinyayê dawiya DAÎŞ'ê tê. Ev serkeftina gelê Kurd e. Ev serîhildan û serkeftinê dê di rûpelên dîrokî de xwediyê taybetmendiyek mezin be. Li dijî faşîzmê û yekperestiyê têkoşîna Gelê Kurd her dewam kiriye û ew ê bike. Bi pêngava Bagera Cizîrê gelê Kurd di dîrokê de rûpelên nû vekir. Ev serkeftin ji bo hemû cîhanê ye. Ji bo xizmeta mirovatiyê ye."