Li Cîzrîê beriya hevdîtinê tax hatin ziyaretkirin

  • 11:55 1 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê ku xebatên hilbijartina 31'ê Adarê berdewam dikin beriya hevdîtin bi gel re ku wê îro bê kirin HDP'yî çûn serdana taxan. 
 
Ji cihên ku xebatên hilbiyartina 31'ê Adarê yên HDP'ê bi coşek mezin lê berdewam dikin yek jê jî Cizîra Şirnaxê ye. Îro di çarçoveya van xebatan de bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan wê li navçeyê hevdtîna gel bê kirin û piştre jî wê buroya hilbijartinê bê vekirin. Beriya hevdîtina ku wê bi awayê mîtîngê saet di 13.00'an de bê lidarxistin, heyetek ku parlamentera HDP'ê Nuran Îmrî, namzeda HDP'ê Bêrîvan Kutlu û  Mehmet Zirx jî di nava de serdana esnafan kirin û belavok belav kirin. 
 
Heyeta ku ji taxa Nûrê derbasî ya Cûdiyê bû, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat. 
 
Heyet, piştî serdan taxa wê bi konvoya ku Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan jî di nav de ye re li nava bajêr bigere.