'Dê berxwedana Leyla Guven di 8'ê Adarê de jî deng vede'

  • 10:20 1 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Dilşat Canbaz Kaya ya HDP'î diyar kir ku cudatiya 8'ê Adarê ya vê salê yek jê berxwedana Leyla Guven e û got:"Dê berxwedana Leyla Guven di 8'ê Adarê de jî deng vede."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven ket roja xwe ya 114'an. Vê salê berxwedana Leyla Guven wateyek cuda li 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bar kir. 
 
'Divê em li dijî tecrîdê têbikoşin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya diyar kir ku ew ê bi coş û baweriya têkoşîna xwe îsal dîsa li qadan bin û got:"Em ê îsal jî bi rengên xwe qadan bixemilînin. Em di pêvajoyek ku gel tê tecrîdkirin derbas dibin. Tecrîd her dem hebû lê di salên dawiyê de hîn zêde bû. Dîsa yên ku herî zêde tên tecrîdkirin jin in. Bi rêya OHAL û KHK'yan jin hatin tecrîdkirin. Loma divê em her li qadan bin û li dijî tecrîdê têbikoşin."
 
'Mînaka me ya mezin têkoşîna rêhevala me Leyla ye' 
 
Dilşatê da zanîn ku dê rihê berxwedana Leyla Guven di 8'ê Adarê de li qadan bên jiyîn û got:"Ev çalakiya ji bo me gelek girîng e. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ku bi îradeya xwe dest pê kiriye ji bo girîng e. Mînaka me ya mezin têkoşîna rêhevala me Leyla ye. Divê hemû jin vê berxwedanê ji bo xwe wekî mînak bibîne û qadan vala nehêlin. Heger em tênekoşin dê zihniyeta baviksalarî mafên me  di temsîka zêr de ji me re pêşkeş nekin. Em bi newekheviyek zayendî rû bi rû ne. Gelek jin di malên xwe de bi tecrîdê rû bi rû tên hiştin. Lê dema ku em dev ji piştevaniya xwe bernedin û li dijî faşîzmê em bibin yek em ê teqez bi ser bikevin."