Berxwedana Leyla Guven di roja 114'an de ye

  • 10:14 1 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 114'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 114'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.
 
Leyla ya ku çalakiya wê berdewam dike heta niha ji çar hêlên Tirkiyeyê û gelek welatên din piştgirî ji bo wê tê û ji aliyê gelek nûnerên saziyan ve serdana wê tê kirin. Heta roja îro ji bo  Leylayê ji aliyê gelek nivîskar, siyasetmedar peyamên piştevaniyê hatine dayîn.  Kesên ku piştgiriyê didin Leylayê dibêjin ku tecrîd Sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmetê dixwazin ku tecrîd bê rakirin.  Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê, diyar kirin ku ji 1'ê Aadarê de ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin ew ê bikevin greva birçîbûnê.  
 
Jinên femînîst ên Stenbol û Konyayê Firdevs Hoşer, Kamile Dinçsoy, Şengul Yuksel, Guliz Saglam, Ozgul Saki, Songul Aydin, Hatice Odemiş çûn serdana Leyla Guven. Jinên ku xwestin derbasî mala Leylay bibin li ber derî ji aliyê polîsan ve kontrola GBT'ê li wan hat ferzkirin. Ji aliyê jinên Meksîkayî ve parçeyekî mor ê ku li ser nivîsa "Dema ku jinek bixwaze pêş bikeve tu tiştek nikare wê jinê asteng bike" hatibû nivîsandin, hat diyarkirin. 
 
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 75'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 101'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 74'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 75'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 41'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 46'an de berdewam dike.
 
Bi sedan girtî di grevê de ne
 
Li girtîgehan her roj komên nû li komên çalakger zêde dibin. Herî dawî li Girtîgeha Şakraên 8 girtiyan di 15'ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirine. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê hat aşkerakirin ku li 60 girtîgehan 321 gitî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ne. Hat aşkerakirin ku ev hejmar dibe di demên pêş de zêdtir bibe û li aliyekî jî çalakîya dorveger a greva birîbûnê jî li girtîgehan berdewam dike. 
 
 Gav nehat avêtin
 
Li gel bertên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.