Namzetên HDP'ê li Mêrdînê bi rojnamegeran hatin gel hevdu
- 09:39 1 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Di çarçoveya hilbijartinên 31'ê Adarê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li dijî gotinên Serokkomar Tayip Erdogan ên "Em ê dîsa qayyim tayin bikin" got ku "Ev dê ne ewqas hêsan be". Her wiha li dijî gotinên Tayyip Erdogan ên li Venezuelayê Ahmet Turk got:"Li vir jî serokên şaredariyan bi îradeya gel nehatin qey?"
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Turk, Figen Altindag, Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Artukliyê Nurettin Turgay, Fatma Yılmaz, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Tuma Çelik, Rêveberên HDP û DBP di çarçoveya hilbijartinên 31'ê Adarê bi rojnamegeran re hatin gel hevdu. Di civîna çayê ya li Mardin Otelê hat lidarxistin di destpêkê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrdîn Eylem Amak axivî. Piştre Ahmet Turk xebatên xwe ji rojnamegeran re got û pirsên wan bersivand.
'Em bi projeyên xwe amadekariya hilbijartinê bikin'
Ahmet Turk da zanîn ku ew ji xwe bawer in, ew ê bi projeyên xwe amadekariyên hilbijartinê bikin û got:"Hemû şaredariyên ku qayyim tayinî ser hatine kirin di bin deynan de hiştine. Dixwazin bi vî rengî me û gel li rû hev bihêlin. Em dizanin ku wan çawa şaredarî bi teqsîdan di bin deynan de hiştine û ji derve kes anîne û li gor feraseta xwe şaredarî bi rê ve birine. Lê em ê di demek kurt de dîsa şaredariyan bikin ên gel. "