Dayika ku du kurên wê di grevê de ne: Divê demildest daxwaz bên qebûlkirin

  • 09:19 1 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Resmiya Baybars diyar kir ku du kurên wê jî di grevê de ne û bang kir ku divê demildest daxwaza girtiyên di grevê de bê qebûlkirin û wiha got: “Wan ne ji bo xwe, ji bo her kesî bedena xwe dane ber mirinê. Divê her kes gûh bide dengê wan.”
 
Bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li herêmê û girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê hat destpêkirin û ji aliyê sedan girtî ve niha çalakî berdewam dike. Li dehan girtîgehan her roj hejmara girtiyên dikevin grevê zêde dibe. Gelek girtî rewşa wan hatiye astek krîtîk û tê diyarkirin ku pisgirêkên tenduristiyê êdî rûdane.
 
Resmiya Baybars destnîşan kir ku kurekî wê saleke di hucreyê de tê girtin û kurê wê yê din jî 20 sal ceza girtiye û got: “Her du kurê min niha di grevê de ne. Daxwaza girtiyan dicih deye divê bê qebûlkirin. Ji bo em dengê wan bidin bihistin divê em dest bidin hev.”
 
‘Kes dengê wan nabihîze’
 
Resmiyayê got kurê wê Abdulkadîr ku ji doza Nisêbînê tê darizandin saleke li girtîgeha Osmaniyê di hucreya yek kesî de tê girtin û mehek di grevê de ye û 7 kîlo daye. Resmiyayê wiha got: “Ji bo tecrîd bê rakirin kurê min ev meheke di grevê de ye. Divê ev tecrîd demildest rabe. Em naxwazin tabutên zarokên me bên. Kes dengê xwe nake. Ev salek di hucreyê de tê girtin û kesekdengê wî nabihîze.”
 
‘Bila ev zext û zilm bi dawî be’
 
Resmiyayê destnîşan kir ku kurê wê Abdulrahîm jî 20 sal ceza girtiye û got ew jî mehek zêde ye di grevê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di telefona dawî de kurê min nikaribû biaxive. Li girtîgeha Sîlîvriyê dimîne. 20 sal ceza danê. Got heta tecrîd ranebe wê grevê bidomîne. Divê zext demildest bi dawî bin. Bila ev zext û zilm êdî bi dawî bibe.”