Jin wê di 8’ê Adarê de li qadan bin:Em bajarên ku kes lê nayên kuştin dixwazin

  • 09:08 1 Adar 2019
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Meclîsa Jinan a Enqereyê bi şîara ‘Em bajarên ku kes lê nayê kuştin dixwazin’ di 8’ê Adarê de wê li qadan bin. Ruya Înanir diyar kir ku wê heta 8’ê Adarê bi gelek bernameyan dengê xwe bidin bihîstin û wiha got: “Ji bo em neyên kuştin, ji bo em xwe bi rê ve bibin, ji bo em biryarên xwe bidin, banga têkoşînê li jinan dikin.”
 
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya nêz dibe, bernayên jinan jî zelal dibin. Wek her sal jin îsal jî di 8’ê Adarê de li dijî pergala serdest a mêr ku naxwazin jinan li qada cemawerî û kolanan bibînin wê bêjin ‘em hene em li vir in’. Yek ji rêxistinên jinan ku wê di 8’ê Adarê de li kolanan bin Meclîsa Jinan a Enqereyê ye. Jinên Enqereyê îsal bi şîara ‘em bajarên ku kes lê nayê kuştin dixwazin’ li qada bin û li dijî kuştin û şîdeta li ser jinan dengê xwe derbixin.
 
‘Em bajarên ku em naxwazin lê bên kuştin dixwazin’
 
Endama Meclîsa Jinan a Enqereyê Ruya Înanir wiha got: “Em bi şîara ‘em bajarên ku naxwazin jin lê bimirin dixwazin’ di esasê de dixwazin balê bikşînin kêmbûna jinan a di siyasetê de û kuştinên jinan. Di 2018’an de 400 jin hatin qetilkirin. Di meha çile de 43 jin hatin qetilkirin. Em dixwazin balê bikşînin ser vê.”
 
‘Qad ji bo me girîng in’
 
Ruyayê bi lêv kir ku 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê ji bo ku jin daxwazên xwe bînin ziman girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema kuştinên jinan û hilbijartin bên destgirtin, piştî 8’ê Adarê hewayek erênî diafire. Dema jin li qadan û kolanan bin, kuştinên jinan jî kêm dibin. Di demên wisa de ji ber bertek û hêrsa me, partiyên siyasî gotinên erênî tînin ziman. Gotinên siyasetmedaran li ser kuştinên jinan bi bandor in. Em bi gotina ‘civak diguhere, jin diguhere’ peyamê dişînin ji otorîteya siyasî re.”
 
‘Ji bo rojên azad têkoşîn divê ‘
 
Ruyayê bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de li Kolana Sakaryayê saet di 18.30’an de li ber peykerê li qadê bên cem hev û wiha dawî lê anî: “Beriya vê heta 8’ê Adarê wê gelek bernameyên me hebin. Ya yekem di 2’ê Adarê roja şemiyê de saet di 14.30’an de li Parka Seymener, Parka Kugular wê belavok bên belavkirin. Di 3’ê Adarê de wê li ber Pirtûkxaneya Neteweyî ya Bahçelîevler belavok bên belavkirin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo rojên azad têbikoşin.”