'Ji bo rizgariya Efrînê em ê her li berxwe bidin'

  • 09:03 1 Adar 2019
  • Rojane
Tolîn Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin û  gotin:"Ji bo rizgariya Efrînê em ê her li berxwe bidin."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gelê li Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Jinên ku li Kampên Şehbayê ji bo li ser piyan bimînin li ber xwe didin diyar kirin ku ew tu carî îradeya xwe ya azad radestî destên neyaran nakin û gotin ew ê heta dawiyê ji bo azadiya xwe têbikoşin. 
 
'Em nahêlin ku dijmin vîn û baweriya me bişkîne'
 
Endama Meclîsa Kampa Serdemê Elîf Osman got:"Em wekî jinên Efrînê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em her di nava çalakiyan de ne. Em nahêlin ku dijmin vîn û baweriya me bişkîne. Em ê her ji bo mafên xwe di nava berxwedanê de bin."
 
'Em neheqiya dewleta tirk qebûl nakin'
 
Jina bi navê Edûlê Ehmed wiha got:"Em bûn şahidê berxwedana 58 rojî ya gelê Kurd a li Efrînê. Bi hemû çekên xwe yên giran dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî me kir. Me li berxwe da û niha li Şehbayê berxwedana me didome. Em neheqiya dewleta tirk qebûl nakin û em ê her ji bo parastina îrade û azadiya xwe li dijî dewleta tirk têkoşîna xwe bidomînin. Berxwedana me ya li Şehbayê ya tevî hemû zehmetiyan ew ê bidome. Em nahêlin dijmin li ser xaka me bimîne. "
 
'Moralê me her baş e'
 
Hevseroka Komîna Kampa Serdemê Horiyê Mihemed Mistefa wiha got:"Di bin top û tankên dewleta tirk de me li berxwe da. Moralê me baş e. Tu carî xirab nabe. Heger moralê me xirab bibe em ê nikaribin têbikoşin. Lê em bi biryar in ku her dem li berxwe bidin. Berxwedana jinên Efrînê bi taybet di dîrokê de wê were nivîsandin. Em hêza xwe ji berxwedana jinê û ji Şehîdên xwe digirin.