Menal Mihemed: Em ji bo diyaloga parastina mafên hemû gelan amade ne
- 09:02 1 Adar 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Endama Desteya Rêveberiya PYD'ê Menal Mihemed geşedanên dawî nirxand. Menalê diyar kir ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê diyologên aştiyane girîng in û wiha got:"DAÎŞ ji aliyê QSD'ê ve têk çû lê hîn aloziya li Sûriyeyê didome. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê xebat û diyalogên berfireh pêwist in. Lê divê ev diyalog li ser esasên daxwazên gelên li Sûriyeyê dijîn pêk were."
Endama Desteya Rêveberiya PYD'ê Menal Mihemed geşedanên dawî nirxand. Menalê da zanîn ku ji bo alozî kûrtir nebe û krîz biqede divê tenê berjewendiyên şexsî yên hêzên emperyal neyên ber çavan.
'Em naxwazin li Sûriyeyê pergala yekperestiyê hebe'
Menalê got:"DAÎŞ'ê li hemû derên ku dagir kiribûn zagonên xwe yên tund li ser gel ferz dikir û ev jî dibû sedema îşkenceyên mezin. Niha DAÎŞ têk çû lê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê gavên berbiçav bên avêtin. Civînên Astana, Soçî û Cenevreyê ji bo aloziyê nebû çareserî. Ji ber ku daxwaz û fikrên gel nehat esasgirtin. Em naxwazin li Sûriyeyê pergala yekperestiyê hebe. Em dixwazin gelê li Sûriyeyê di nava wekheviyê de xwe bi rê ve bibin. Em ji bo vê yekê her dixebitin. Dewleta tirk alîkariya pergala yekperest dike. Em mînaka vê yekê li Efrînê û li Tirkiyeyê dibînin. Ji bo çareseriyê divê dewleta tirk leşkerên xwe bikişîne û dawî li zilma li ser gelê Efrînê bîne."
'Divê berjewendiyên gelên li Sûriyeyê dijîn esas bê girtin'
Menalê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ji bo diyaloga parastina mafên hemû gelan amade ne. DAÎŞ ji aliyê QSD'ê ve têk çû lê hîn aloziya li Sûriyeyê didome. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê xebat û diyalogên berfireh pêwist in. Lê divê ev diyalog li ser esasên daxwazên gelên li Sûriyeyê dijîn pêk were. Divê berjewendiyên gelên li Sûriyeyê dijîn esas bê girtin."