TJA'yê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir

  • 15:26 28 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - TJA'ya ku bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir,  banga tevlibûna çalakiyên ku wê di nava hefteyekê de bên kirin li jinan kir û wiha got: " Em jin tenê ne ji bo zextên li ser xwe li dijî zextên li ser civak û têkbirina faşîzmê jî li ber xwe didin. Li dijî zordestiyê li ku dibe bila bibe  em lê li derve û li hundir li ber xwe bidin."
 
Tegera Jinên Azad (TJA) bernameya xwe ya ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyke ku ji çapemeniyê re da aşkera kir.  Di civîna ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan hat lidarxistin de parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, Semra Guzel, namzedên hevşaredariyê yên navçe û bajarên Amed ê û gelek jin tevli bûn.  Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê Dêrsim Dag ve hat xwendin. 
 
'Jin ji bo azadiyê di berxwedanê de ne'
 
Dêrsim diyar kir ku ew ê 8'ê Adarê bi dirûşma "Jin ji bo azadiyê di çalakiyê û grevê de ne" pêşwazî bikin û wiha berdewam kir: "Em wekî şopdarên kesên  şopdarên pêşengên azadiya jinê yên wekî Clara, Rosa, Sara, Sêvê, Nûdem û gelek jinên din ên berxwedêr bi dirûşma 'Jin ji bo azadiyê di çalakiyê û grevê de ne' 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya vê salê pêşwazî bikin em ê di vê pêvajoyê de wekî jinên Kurdistanî  li dijî van hemû êrîşên faşîzanbi ser kevin. Em jin tenê ne ji bo zextên li ser xwe ji bo zextên li ser civakê li dijî faşîzmê li ber xwe didin. " 
 
Piştî axafitna Dêrsim Dag bernameya çalakiyên ku wê di 8'ê Adarê de bên lidarxistin hat aşkerakirin û ev bang hat kirin: 
 
"Ji bo jiyan û jiyandinê em di berxwedanê de ne!
 
*Li ser vî bingehî em bang li hemû jinan dikin û dibêjin; Vê salê bi coşa azadiyê, bi rengê xwe û lîlandina xwe di 8'ê Adarê de tevli mîtîngên ku wê li Amed, Wan û Êlihê bên lidarxistin bibin û têkoşînê mezin bikin;
 
*Di 7'ê Adarê de em jinan vedixwînin aşkerakirina rapapora qeyûm a li Colemêrgê;
 
*Em jinan vedixwînin çalakiya kartşandinê ya ji bo hevalên xwe yên jin;
 
*Di heman demê de em jinan vedixwînin çalakiya, meşên bi meşalê, panel û meşn wekîdin, guhdarkirina muzîkê, pêşangehên wêneyan, nîşandana fîlman ku em bên gel hev."
 
Daxuyanî li gel çepêkên jinan bi dirûşmên "Bijî 8'ê Adarê" û "Jin jiyan azadî"  bi dawî bû.