Li Stewrê buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 14:50 28 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê li navçeya Stewrê buroya hilbijartinê vekir. Di axaftinên ku hatin kirin de Namzetên Hevşaredar ên Stewtê axivîn û gotin ku Stewrê dê di 31’ê Adarê de bersivê bide dagirkeran.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê li navçeya Stewrê buroya hilbijartinê vekir. Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk, Namzeta Hevşaredar a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Namzetên Hevşaredar ên Stewrê Gulîstan Oncu û Mehmet Yasîn Kalkan, rêvebirên HDP û DBP’ê tevlî vekirina buroyê bûn. Girse di serî de di têketina naçveya Stewrê de kom bû û piştre bi konvoyê li navçeyê geriya. Jinan di paceyan de bi sembola serkeftinê piştgirî dan konvoyê. Konvoyê piştre berê xwe da  ber buroya hilbijartinê û gelê Stewrê bi coşeke mezin ew pêşwazî kir. Beriya vekirina buroya hilbijartinê  namzetên Hevşaredar ên Stewtê Gulîstan Oncu û Mehmet Yasîn Kalkan axaftin kirin.
 
Di 31'ê Adarê de em ê vîna xwe nîşan bidin'
 
Gulîstan, anî ziman ku ew di pêwajoyeke zor û zehmet re derbas dibin û wiha got: “Wekî ku hûn jî dizanin li pêşiya me hilbijartin heye. Em  bang li gelê xwe dikin û dibêjin ku em dixwazin em hemû gel bi hev re bi awayê wekhev bijîn. Divê em yek bin. Ev bi salane li ser gelê kurd zilm û zordarî tê kirin û di demên dawiyê de jî ev zilm û zordarî zêde bûye. Di du salên dawiyê de dest danîn ser şaredariyan û xesp kirin. Piştî ku dest  danîn ser şaredariyên me hevşaredarên me hatin girtin û hÎn jî di girtîgehan de ne. Divê em li hember vê zordariyê dengê xwe bilind bikin. Em dibêjin dest û çiya, gund û bajarên me ne.” Mehmet Yasîn jî wiha got: “Em li dijî hemû zext û zordariyan hatin gel hev. Ev deşt, çiya, bajar û gund ên me ne. Em ereb, tirk, kurd û çerkez bi hev re li ser vê axê dijîn. Lê bi polîstîkayên qirêj li dijî gelên me lîstik tên kirin.”
 
Namzeda Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî bi lêv kir ku bi salane ew vîna ku nîşan dane dê di 31’ê Adarê de jî vîna xwe ya bi hêz nîşan bidin.
 
'Em ê pêşeroja xwe diyar bikin'
 
Piştre Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Tuma Çelîk axaftin kir.Tuma, bal kişand  ser greva birçîbûnê ya ku Parlementera HDP’ê Leyla Guven daye destpêkirin û di roja 113 de berdewam dike û  wiha domand: “Leyla Guven ji bo tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê ya  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê bê rakriifn dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Tevlî Leyla Guven li girtîgehan, Ewrropa, Hewlêr Rojava û li Mexmûrê bi sedan kesî dest bi grevên birçîbûnê kiriye. Dê sibê jî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê bikin. Ev grevên birçîbûnê ji bo ku tecrîd bê rakirinin. Lê mixabin welatê me dibin tecrîdê de ye. Mafên me tên înkarkirin. Vîna me  tune tê hesibandin. Gelên ku bi vîna xwe şaredariyên xwe hilbijartibûn şaredariyên wan hatin xespkirin û ji destên wan hatin girtin. Pêşiya me hilbijartin heye. Di vê hilbijartinê de erkek mezin li ser milê me ye. Divê em  bersiva kesên me înkar dikin bidin.  Di 31’ê Aadarê de dema em biçin ser sindoqan ne bitenê em ê şaredariyan diyar bikin. her wiha em ê pêşeroja xwe jî diyar bikin. em wek HDP dixwazin  ku bi awayekî wekhev bijîn.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. Girse piştre berê xwe da bajaroka Awînayê ya navçeya Stewrê û gelê li wir ziyaret kir. Gel li vir jî girs bi coşek mezin pêşwazî kir. Piştî serdanan bername bi govendê bi dawî bû.
 
Polîsan alên HDP’ê qetandin
 
Li navçeya Artukluyê jî buroya hilbijartinê ya ku wê bihata vekirin ji ber rewşa hewayê hat betalkirin. Her wiha buroya hilbijartinê ya ku îro li Artukluyê dê  bihata vekirin alên ku ji bo buroyê hatibûn daliqandin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê bi hinceta alên HDP’ê rê girtine qetandin.