Li Cizîrê beriya bernameyê belavok hatin belavkirin

  • 12:50 28 Sibat 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi Tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan beriya vekirina bernameya buroya hilbijartinê belavok hatin belavkirin. 
 
 BI nêzbûna hilbijartinên 31'ê Adarê re partiyên siyasî lez dan xebatan.  Partiya Demokratîk a Gelan jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe berdewam dike. Bi Tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan beriya vekirina bernameya buroya hilbijartinê belavok hatin belavkirin. Sibê dê HDP li taxa Nûrê ya Cizîra Şirnexê buroya hilbijartinê bi tevlibûna namzedên HDP'ê yên hevşaredariyê veke. 
 
Namzedên hevşaredariya Cizîrê bi gel re civiyan û welatî vexwedin vekirina buroya hilbijartinê ya li taxa Nûrê ku wê sibe bê vekirin. Welatiyan Namzedên xwe bi dilgermî pêşwazî kirin.