HDP li Bûrsayê navberê nade xebatên xwe yên hilbijartinê

  • 12:20 28 Sibat 2019
  • Rojane
BÛRSA - Rêxistina HDP'ê ya Bûrsayê bê navber xebatên ji bo hilbijartinên 31'ê didomîne. Di nava xebatên hilbijartinê mijara ku hat nîqaşkirin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 
 
Xebatên hilbijartinên 31'ê Adarê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Di civînên gel ên Rêxstina HDP'ê ya Bûrsayê de grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî hatin nîqaşkirin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Bûrsayê Resul Baykara di civînê de got:"Divê em deng bidin daxwaz û berxwedana grevên birçibûnê yên ji bo aştî û demokrasiyê."
 
Her wiha Resul Baykara got ku li ser navê Partiya HDP'ê hesabên sexte tên vekirin û bi vê yekê propaganda tê kirin.