Dirûşma 8'ê Adarê: Jin ji bo azadiyê di berxwedanê û di grevê de ne
- 12:18 28 Sibat 2019
- Rojane
Beritan Canozer
AMED - Endama DAKAP'ê Bahar Karakaş Ulug diyar kir ku di vê pêvajoya tundî û berxwedan bi hev re tê meşandin de ew ê berxwedana xwe li dijî tundiyê mezin bikin û wê bi dirûşma , "Jin ji bo azadiyê di berxwedanê û di grevê de ne" li qadan bin.
Platforma Dîlcle Amed a Jinan (DAKAP), wê di 8'ê Adarê de li qadan be. Jinên wê tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku li girtîgehan belav dibe û krîza aborî bigirin rojeva xwe. Endama DAKAP'ê Bahar Karakaş Ulug derbarê çalakiyên ku wê bi dirûşma " Jin ji bo azadiyê di berxwedanê û di grevê de ne"
'Li jinan tundî tê kirin'
Bahar di serî de Leyla Guven û piştre jî hemû berxwedêrên di greva birçîbûnê de silav kirin û wiha got: "Em wekî jinên Kurd ên Rojhilata Navîn ji roja ku em ketine ferqa nasnameya xwe tu rojeke me hêsan derbars nebûye. Tundî wekî çarenûsa wan li jinan hatiye kirin. Em wekî jinên kurd divê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û tindiya li me tê kirin vebêjin."
'Em ê di berxwedanê de bin'
Bahar anî ziman ku pergala dewletê di serî de di serî de li ser tundiya li jinan tê kirin bi teşe dike û wiha berdewam kir: "Zîhniyeta baviksalar a dewletê berî bi 5 hezar sal bi parêstegehên jinan ku ji destê wan girtiye xwe heyî kiriye. Ev pergal neguheriye û em vê hem li malê û hem jî li cihê kar dibînin. Ji ber vê em dibêjin li cihê ku tundî hebe divê berxwedan jî hebe û em ê her di berxwedanê de bin."
'Zilm ne qedera me ye'
Bar bahsa nexşerê û bernameya xwe ya ji bo 8'ê adarê jî ve got û got ku ew ê di serî de ji bo ku çalakiya Leyla Guven bê bihîstin torek xebatê ava bikin û got ku hedefa wan a sereke di 8'ê Adarê de ev e.
Plansaziya DAKP'ê wiha ye:
1'ê Adarê
*Di 8'ê Adarê de li bazara taxê wê jin ji bo 8'ê Adarê bên vexwendin û starta 8'ê Adarê bê dayîn. (12.30)
*Ji bazara taxê heta ber mala Leyla Guven wê belavok bên belav kirin û piştre serdana Leyla Guven bê kirin
(13.30)
2'yê Adarê
* Serdana dayikên Aştiyê (12.00)
*Kurdeleyên ji bo greva jinan wê bên belavkirin.
3'yê Adarê
*Tura Bîsîkletê (11.00)
* Panela mijara wê 'şer û ewlehî' wê bê lidarxistin (14.00)
4'ê Adarê
*Serdana pêşangeha wêneyan bi hev re (15.00)
* Pêşkêşkirina şanoyê (19.00)
5'ê Adarê
* Ji jinan re eê kart bên şandin (11.00)
* Serdana atolyeyên jinên kedkar (12.30)
6'ê Adarê
*Belavkirina belavokên vexwendina 8'ê Adarê wê bê kirin
7'ê Adarê
*Bi parlamenteran re li Ofîs, Sûr, Baglar û Dîclekentê belavkirina belavokan (14.00)
* Serdana Goristana Yenîkoyê wê bê kirin (16.00)
8'ê Adarê
* Li Kolana Hunerê meşa bi erbane (11.00)
* Li qada îstasyonê mîtîng (12.00)