Çalakiya Leyla Guven di roja 113'an de ye

  • 11:34 28 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 113'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 113'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.
 
Leyla ya ku çalakiya wê berdewam dike heta niha ji çar hêlên Tirkiyeyê û gelek welatên din piştgirî ji bo wê tê û ji aliyê gelek nûnerên saziyan ve serdana wê tê kirin. Heta roja îro ji bo  Leylayê ji aliyê gelek nivîskar, siyasetmedar peyamên piştevaniyê hatine dayîn.  Kesên ku piştgiriyê didin Leylayê dibêjin ku tecrîd Sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmetê dixwazin ku tecrîd bê rakirin.  Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê, diyar kirin ku ji 1'ê Aadarê de ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin ew ê bikevin greva birçîbûnê.  
 
Hasan Umut Ozer ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Karabukê girtî ye bi helbesta ku nivîsand piştgirî da Leyla Guven. Hasan di helbesta xwe de got:"Ez ne tenê bi nêta baş di heman demê de bi baweriya xwe û hezkirina xwe hêvî dikim ku em ê di siberojên azad de bên ba hev. Ez te bi hesret hembêz dikim. Ez ji dilê te maç dikim û dibêjim serkeftin."
 
Çalakiya grevê roj bi roj berfireh dibe
 
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 74'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 100'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 74'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 74'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 40'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 45'an de berdewam dike.
 
Bi sedan girtî di grevê de ne
 
Li girtîgehan her roj komên nû li komên çalakger zêde dibin. Herî dawî li Girtîgeha Şakraên 8 girtiyan di 15'ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirine. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê hat aşkerakirin ku li 60 girtîgehan 321 gitî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ne. Hat aşkerakirin ku ev hejmar dibe di demên pêş de zêdtir bibe û li aliyekî jî çalakîya dorveger a greva birîbûnê jî li girtîgehan berdewam dike. 
 
 Gav nehat avêtin
 
Li gel bertên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.