Ji bo Leyla Guven name: Rêhevltiya bi te re şanazî ye

  • 10:54 28 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Girtiya li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ozlem Ozdemîr ku 75 roj e di greva birçîbûnê de ye, Ji bo Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 113'emîn de di gera birçîbûnê de ye name şand. Ozlem di nameya xwe de wiha got: "Ez wekî jineke Tirk ji ber ku rêhevaltiya te dikim  şanaz im. Xwezî me wekî jinên tirk û Tirkiyeyê bi hêztir di vê çalakiyê de cih bigirta û piştgirî bida.  Wekî jineke tirk di vê çalakyê de cihgirtina min nûnertiya jinên Tirkiyeyî ye û ji bo min gelek bi wate ye... "
 
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ozlem Ozdemîr li dijî tecrîdê di 16'ê Kanûna 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ozlem a ku 77 roja e çalakiya xwe berdewam dike  ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê 113 roje di greva birçîbûnê de ye Leyla Guven re name şan. Ozlemê di nameya ku bi armanca piştevaniyê şand de diyar kir ku ew ji berxwedana Leylayê hêzê û moral digire.