Dayikên Aştiyê: Em ranebin ser piyan em ê winda bikin

  • 09:07 28 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL- Dayikên Aştiyê diyar kirin ku di rewşa ku tecrîd rabe wê polîtîkayên faşîst têk biçin û ji ber vê jî tecrîd bi awayekî girankirî tê berdewamkirin û got: “Heta azadiya Birêz Ocalan pêk neyê li Tirkiyeyê pirsgirêk jî naqedin. Ev pisgirêk êdî ji pisgirêka kurd derketiye. Ev êdî pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Divê ev tecrîd rabe. Hebûn û tunebûna Tirkiyeyê girêdayê vê ye.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 113’ê de berdewam dike. Li nêzî 60 girtîgehan ji 300’î zêdetir girtî ketibûn grevê û greva wan jî didome. Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê jî didome û endamên meclîsa dayikên Aştiyê ya Stenbolê bang kirin ku divê zêdetir hewldan bên kirin.
 
‘Ev pisgirêka Tirkiyeyê ye’
 
Perîhan Akbulut diyar kir ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha got: “Heta azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê li Tirkiyeyê pirsgirêk jî naqedin. Behsa krîza aborî dikin. Behsa bihayê guleyan dikin. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê aramî tune. Gelê Tirk jî bi me re dipelçiqe. Ev pirsgirêk êdî ji pisgirêka Kurdbûnê derketiye. Bûye pirgirêka Tirkiyeyê. Hebûn û tunebûna Tirkiyeyê girêdayê tecrîdê ye. Divê ev tecrîd rabe.”
 
Dayika Aştiyê Behiye Duman bi lêv kir ku hewcedariya hemû Rojihilata Navîn, Tirkiye û cîhanê bi Abdullah Ocalan heye û wiha pê de çû: “Van pisgirêkan Birêz Ocalan dikare çareser bike. Çima ev tecrîd li ser Birêz Ocalan e? Rojhilata Navîn tevlihev e, şerên parvekirinê hene. Birêz Ocalan vê dibîne. Ji ber lîstikên hemûyan deşifre dike vê tecrîdê pêk tîne. Naxwazin çareseriyekê pêk bînin. Ger tecrîd rabe wê plan û hedefên koalîasyona AKP-MHP’ê jî têk biçin. Îro çapemeniya Tirk tecrîd û grevên birçîbûnê nake çûne. Dema ev tecrîd rabe wê aramî bê Tirkiyeyê. Wê aştî bê. Ger Kurd bibin yek wê ev tecrîd bê şikandin.”
 
Saîme Tonguç jî bi lêv kir ku ew ligel Leyla Guven û girtiyên di grevê de ne û wiha got: “Divê yên derve zêdetir deng derbixin. Çavên girtiyan li me dinêrin. Em piştgiriyê nedin wan em ê winda bikin. Divê em ligel wan bin. Divê heta tecrîd bê rakirin em têbikoşin.”