Daxwaza berdana bi kontrol cara 3’em hat redkirin
- 09:06 28 Sibat 2019
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Esma Yilmaz a li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2'yem a Rihayê dimîne ji bo tenduristiya keça xwe Arînê serlêdana berdana bi kontrol kir lê her sê caran jî hat redkirin. Parêzer Guler Kiliç ku dosya bir DDB’ê diyar kir ku hukma qanûna vekirî ji nedîtî ve tê.
Arîn a 19 mehî ku bi dayika xwe Esma Yilmazar re li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2'em a Rihayê dimîne, nexweşa astimê ye û her diçe kîlo winda dike, ligel reşbûna bin çavên wê her ku diçe çavên wê jî dişemitin. Esma Yilmaz daxuyakirin ku çûyîna nexweşxaneyan ji wir gelek zehmet e û daxwaza sewqkirina Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê kiribû, bersiva piştî mehan şûnde hat dayîn, de sewqî Mêrdînê kiribûn.
Arîn ji aliyê bavê wê Mîhdî Yilmaz ve du caran ji girtîgeha Mêrdînê ve hat girtin û birin nexweşxaneyê. Lê di rewşa wê de tu guhertin tune ye, hat hînbûn ku rewşa Arînê xirab dibe. Mîhdî der barê rewşa Arînê de agahî da û parêzera wan Guler Kiliç Polat jî da zanîn ku dosya şandiye Dadgeha Destura Bingehîn (DDB).
‘Nikare bîhna xwe bigire’
Mîhdî diyar kir ku du caran Arîn ji girtîgehê birine malê lê bêyî dayika xwe nesekiniye û got: “Arîn di 15 rojan de dîsa kîlo winda kir. Çavên wê dişemitin. Bîhna xwe nikare bigire. Li Girtîgeha Mêrdînê şert û merc ne baş in. Wek cihên îşkenceyê ne. Mirovekî saxlem nikare lê bimîne. Rayedar me muxatab nagirin.”
Parêzer Guler Kiliç Polat jî destnîşan kir ku ji ber rewşa tenduristiya Arînê, dayika wê Esmayê sê caran serlêdana berdana bi kontrol kirine û got serlêdana wê hatiye redkirin û li ser vê dosya birine DDB’ê. Gulerê wiha got: “Hukma qanûna vekirî pêk nayê. Esma saleke girtiye. Ji bo girtiyên jin ger zarokên wan ên di bin temenê 6’an de hebe divê biryara berdana bi şert bê dayîn. Esmayê ji bo vê gelek caran serlêdan kir. Lê hat redkirin. Hincet jî ev bû li Mêrdînê li ‘koguşa alîgir de ye’. Me li ser redkirinê serî li DDB’ê da. Em encama DDB’ê dipên.”