'Em ê 8'ê Adarê bi rihê jinên berxwedêr pêşwazî bikin'

  • 09:04 28 Sibat 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Endama Koordinasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Sebiriye Erigîn Îşlek, derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de diyar kir ku ji bo jin neyên çewisandin têkoşînek hevpar a jinê pêwist e û wiha got:"Em ê îsal 8'ê Adarê bi rihên jinên berxwedêr pêşwazî bikin."
 
Neteweyên Yekbûyî di 16'ê Kanûna 1977'an de biryar da ku 8'ê Adarê wekî Roja Jinê ya Cîhanê bê pîrozkirin. Ev roj ji bo di bingeha mafên mirovan de, hişmendiya civakî ya jinê pêş bikeve û serkeftinên wan ên siyasî, aborî, civakî bê pîrozkirin hatiye veqetandin. Loma her sal li cîhanê 8'ê Adarê wekî Roja Jinê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Têkildarî mijarê de Endama Koordinasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Sebiriye Erigîn Îşlek da zanîn ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinan xwedî girîngiyeke taybet e û wiha got:"Bi serkeftinên nû em ê îsal 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Ji bo berdewamiya serkeftinê nû em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Ji bo azadî û aştiyê bedelên mezin tên dayin'
 
Sebiriyeyê bi lêv kir ku divê jin tu carî serî netewînin û wiha got:"Em îsal bi rihê berxwedana Leyla Guven, Fadile Tok, Gulistan Çiya Îke 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Dê bi têkoşîna Leyla, Fadile û Gulistanan azadî mîsoger bibe. Ji bo azadî û aştiyê bedelên mezin tên dayin. Dema em li dîrokê dinêrin jinê her dem pêşengtiya aştî, azadî û têkoşînê kirine. Em hêvî dikin ku îsal 8'ê Adarê bibe sedema şikandina tecrîda li ser Rêberê Apo. Heta ku Rêberê me azad nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Em ê 8'ê Adarê bi rihê jinên berxwedêr pêşwazî bikin'
 
Sebiriyeyê wiha bi dawî kir:"Armanca me ew e ku em di bihara 2019'an de mafên hemû jinan bi dest bixin û Rêberê xwe azad bikin. Em ê li Wargeha Mexmûrê di 6'ê Adarê de meşekê li dar bixin û di 7'ê Adarê de jî dê hemû jin bi cil û bergê xwe yê gelêrî beşdarî Şahiya Koma Meryem Xan bibin. Em ê îsal 8'ê Adarê bi rihên jinên berxwedêr pêşwazî bikin. Bi serkeftinên nû em ê îsal 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Ji bo berdewamiya serkeftinê nû em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez bang li hemû jinan dikim ku bi rihê serkeftina jinên leheng beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bibin."