Ji kolan û kuçeyên Qersê mirov ji gelaşê nikare derbas bibe
- 09:03 28 Sibat 2019
- Rojane
QERS - Mirov ji kolên bajarê Qersê ku ji aliyê şaredariya MHP'ê ve tê rêvebirin nikare ji gelaşê derbas bibe. Gel ji vê yekê bi berteke û mijara mereqêye ku gelên Qersê dê di 31’ê Adarê de dengê xwe ji kîjan partiyê re bi kar bînin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re her kes meraq dike ku dê li herêman namzedên kîjan partiyan bên hilbijartin. Ji van bajarên ku mijara meraqê ye yek jê jî bajarê Qersê ye. Şaredariya Qersê ev 2 serdemin ji aliyê şaredariya MHP'yî ve tê rêvebirin. Lê mirov ji bîhna gelaşa ku nehatiye paqijkirin nikare di kolan û kuçeyên bajarê dîrokî Qersê re derbas bibe.Gel ji vê yekê neraziye û gilî dike. Mijara mereqeyê ku gelên li Qersê dê di 31’ê Adarê de biryara xwe ji kîjan partiyê re bidin û dengê xwe bidin kîjan partiyê.
Li nava bajêr gelaşa ku li kolanan li ser hev hatiye komkirin bi tu awayî nayê paqijkirin û tenê hefteyê carekê gelaş ji aliyê şaredariyê ve tê komkirin û paqijkirin. Esnaf û welatê ji vê rewşê neyînî bi bandor dibin û qirêjî û nekomkirina gelaşê bala turîstên ku tên bajêr jî dikişîne.
Şaredariya ku ev 2 serdemin di destê MHP’ê de ji ber ku tu xizmet ji gel re nekiriye tu kes wê naxwaze û gelên li bajêr bi kelecaneke mezin li benda 31’ê Adarê ne. Her wiha li bajêr heta niha bi tu awayî xebatên binesaziyê nehatine meşandin û li hemeberî rêveberên şaredariyê bi bertek e.