'Ger jin bixwazin dikarin di her karî de serkeftî bin'

  • 09:01 28 Sibat 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan - Diyana Mihemed
 
QAMIŞLO - Jinên Ereb ên li Firoşgeha Lazgîn a Mîrîşkan dixebitin da zanîn ku ew cara yekem vî karî dikin û gotin:"Ger jin bixwazin dikarin di her karî de serkeftî bin. Tevî hemû zehmetiyan em karê xwe dikin."
 
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pergal guhert û jinan di her qadê de dest bi xebatê kirin. Ji bo azadiya jinê xebatên taybet hatin kirin û jinên Ereb jî bi vê yekê di nava qadên cuda de cihê xwe girtin û xebitîn. Jinên Ereb  ên li Firoşgeha Lazgîn a Mîrîşkan dixebitin bi lêv kirin ku berî şoreşê ew nikaribûn bi awayekî azad tev bigeriyan û wiha gotin:"Niha em bi awayekî azad dikarin xwe îfade bikin û hewl didin ku di warê aborî de li ser piyan bisekinin. Çiqas zehmet be jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Dema ku jin bixwazin dikarin her karî bikin."
 
'Ez destên xwe li ber tu kesî venakim'
 
Jina bi navê Fediwa Salim a bi temenê xwe 19 salî ye û dev ji hevjînê xwe berdaye wiha dibêje:" Ji bo ez herdu zarokên xwe xwedî bikim, ez tu car destê xwe li ber kesî venakim. Ez dikarim kar bikim û jiyanek nû ji bo xwe û zarokên xwe ava bikim. Ji seatên sibehê em xebata xwe dest pê dikin heta ber êvarî didomînin.  Em sê jin bi hev re xebatê dimeşînin, karê me ji hev cuda yê. Em xebatek serkeftî bi hev re dikin. Em bi hêvî ne ku di demek nêz de em ê xebatên xwe berfirehtir bikin."
 
'Ger jin bixwazin dikarin di her karî de serkeftî bin'
 
Her wiha Seayida Mihemed a bi temenê xwe 50 salî ye wiha dibêje:" Ji ber cara yekê ye jin vî karî dike, hinek zehmetî di destpêkê de hebûn, lê niha karê xwe pir xweş derbas dibe, em pir kêfxweş in û bi hev re dixebtin. Her roj karê me berfirehtir jî dibe. Ger jin bixwazin dikarin di her karî de serkeftî bin. Tevî hemû zehmetiyan em karê xwe dikin. Niha em bi awayekî azad dikarin xwe îfade bikin û hewl didin ku di warê aborî de li ser piyan bisekinin. Çiqas zehmet be jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Dema ku jin bixwazin dikarin her karî bikin."