Kurd û dostên xwe li Brukselê li dijî tecrîdê meşiyan

  • 17:05 27 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li paytexta Belçîka Brukselê dimeşin. Çalakger bang li saziyên Ewropayê dikin ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.
 
Kurdistanî û dostên wan ên ji gelek welatên Ewropayê, danê sibehê li paytexta Belçîka Brukselê li hev civiyan. Amadekaran diyar kirin ku ji bajarên rojavayê Fransayê, bajarên navîn ên Elmanyayê, Swîsre, Hollanda û gelek bajarên Belçîkayê Kurdistanî tevlî çalakiyê bûne. Çalakî ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ve tê lidarxistin.
 
Girseya gel ji bo piştgiriyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê li navenda bajêr li hev civiya û danê nîvro jî dest bi meşê kir.
 
Li pêşiya meşê pankarteke mezin a bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate vekirin û wêneyên Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan. Gelek parlamenter û hevşaredarên HDP'î yên li sirgûnê jî tevlî meşê bûn.
 
KCDK-E'yê bang li welatên Ewropayê bi taybetî Konseya Ewropayê kir ku ji bo bicihanîna daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê zextê li Tirkiyeyê bikin.
 
Piştî meşê wê li meydana Schûmanê ku avahiyên Komîsyona Ewropayê û Konseya Ewropayê lê ne, mîtîngek bê lidarxistin.