Di doza Ozgur Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin

  • 17:03 27 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Danişîna doza Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin hat dîtin. Dozger di danişîn de, xwest Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîm bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Pesnê sûc û sûcdar dayîn” bên cezakirin.  
 
9’emîn danişîna doza Nobeta Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Danişina dozê ya Nunerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderlioglu, Nivîskar Ahmet Nesin û Seroka Vakfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" tên darizandin berdewam kir. Di danişînê de Erol, Fincancî û parêzerê wan li salonê amade bûn. Nivîskar Ahmet Nesin ji ber ku derveyî welat bû beşdar nebû. 
 
Di danişîna destpê kir de, dozger Abdullah Gul xwest her sê rojnameger bi îdîayên “Propagandeya rêxistinê kirin” , “Pesnê sûc û sûcdar dayîn” û “Tehrika sûc kirinê” bên cezakirin.  
 
Erol û Fîncanci, ji bo ku li dijî mutalaya dozger parastina xwe amade bikin, dem xwestin. Dûre parêzer Merîç Eyuboglû, parastin kir û xwest ji nû ve dosye bê amadekirin.  
 
Parêzer Ozcan Kiliç jî, diyar kir ku di mutalayê de tu lêpirsîn neyatiye kirin û wiha got: “Divê lêpirsîn bê kirin û ji nû de mutala bê amadekirin.”
 
Şandeya dadgehê piştî navberek kûrt, danişîn taloqî 15’ê Nîsanê kir û daxwazên bersûc û parêzaran red kir.