Li Qoserê bi coşek mezin buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 16:45 27 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê, li navçeya Qoserê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroya hilbijartinê de Namzetê Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axaftin kir û got ku gelê kurd bedelên gelek mezin dane û dê di 31’ê Adarê de jî bi coşek mezin vîna xwe nîşanê qayiman bidin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê, li navçeya Qoserê buroya hilbijartinê vekir. Parlenemterên HDP’ê yên Merdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk, Namzetê Hevşaredariyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Namzetên Hevşaredarên Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Salih Kuday û rêvebirên HDP û DBP’ê Îpekyolê hatin li  gel hev. Girse bi dehan maşîneyan di nav bajêr de tur avêtin. Gelê Qoserê bi coşek mezin ew pêşwazî kir. Jina jî di paceyan de bi sembola serkeftinê ve piştgirî da konvoyê.
 
Bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hatin pêşwazîkirin
 
Girseya ku di Qada Azadiyê dest bi meşê kirin heta cihê buroya hilbjartinê welatiyan slav kirin. Girseya ku hat li ber buroya hilbijartinê li vir gelê Qoserê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî HDP” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin û bi çepikan pêşwazî kirin. Piştre beriya vekirina buroya hilbijartinê axaftin hatin kirin. Di serî de Namzetên Hevşaredarên Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Salih Kuday axaftin kirin.
 
‘Divê em di 31’ê Adarê de tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin’
 
Nîlufer, di axaftina xwe de ev tişt got: “Xwestin ku bi qayiman dest daynin li ser vîna gelê me. Şaredarên me bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de ne. Divê em xwedî vîna xwe derbikevin. Wekî ku hûn jî dizanin li pêşiya me hilbijartinek heye. Ev hilbijartin ji hilbijartinên dinê gelek cudatir e. Bi tayînkirina qayiman dest danîn ser şaredariyên me û hevşaredarên me kirin girtîgehan. Divê em di 31’ê Adarê de tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin. Çi dibe bila bibe em ji rastiyê re hene. Em dibêjin Qoser ya me ye.” Salih, jî wiha got: “Di tu dewletek û erdnîgariyê de dest danenîne ser 96 şaredariyan. Tu carî vîna gelê din nehatiye binpêkirin. Ev binpêkirina ku li dijî me tê kirin ji ku derê hatibe em ê nîşanê wan bidin. Şaredariyên me ji qereqola xiraptir bûne. Îro ji bo ku em derbasî şaredariyên xwe bibin di 4-5 cihan de di cihên ewlehiyê de dersbas dibin. Ev şaredarî çawa ku ya gel e, em ê careke din bigirin û teslîmê gelê xwe bikin.”  
 
Piştre Namzetê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axaftin kir. Ahmet, diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyek awarte de derbas dibe û wiha domand: “Berî her tiştî ji bo pêşeroja gelê kurd divê em bersiva vê neheqiyê bidin. Îro dixwazin ku gelê kurd bêdeng bihêlin. Dixwazin ku bi rûmeta gelê kurd bileyzin. Gelê kurd tim bi rûmet û bi şeref e. Dê gelê me bersiva siyaseta ku qayim û dewlet dimeşîne re bersivê bide. Dê gelê me di  31’ê Adarê de dengê xwe diyar bike û xwedî sindoqan derbikevin.”
 
‘Gelê me dê vîna xwe nîşanî wan bide’
 
Ahmet, bal kişand li ser grevên birçîbûnê û slav ji Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û havalên wê re şand û wiha pêl da axaftina xwe: “Ev têkoşîn ji bo azadî aştiyê bedenên xwe dane li ber grevên birçîbûnê. Ji  bo demokrasiyê îro têdikoşin.  Gelê me vê dibîne. Qayim bi siyaseta xwe dixwaze ku gelê kurd têk bibin û têxe bin îpoteka xwe. Lê belê dê tiştekî wer nebe. Gelê me dê vîna xwe nîşanê wan bide, gelê me li hember van zext û zordariyan serî rabike. Gelê me ji bo azadiyê têkoşîn û bedelên gelek mezin da. Kesên ku dixwazin vê zilma siyasetê bi me bi de qebûlkirin, ew ê bi ser nekevin.”
 
‘Em ê ji bo azadî, demokrasiyê têbikoşin’
 
Ahmet,  di dawiya axaftina xwe de got ku şaredariyan vegûherandine qereqolan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema mirov diçe qereqolan bi rehetî dikare biçe. Lê belê mirov nikare ku biçe şaredariyan. Em ê ji bo azadî, demokrasiyê têbikoşin.”
 
Piştî axaftinan bername bi vekirina buroya hilbijartinê bi dawî bû.