Jinên femînîst çûn serdana Leyla Guven

  • 15:51 27 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Jinên femînîst ên Tirkiyeyî çûn serdana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku ev 112 roj in ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe, ketiye greva birçîbûnê. Leylayê da zanîn ku ji bo serdana jinên femînist moralê wê gelekî baş bûye. Jinên femînist jî gotin:"Divê serîhildan ji bo hemû kesî hêviyê ava bike. Serdana Leyla Guven ji bo me gelek girîng e."
 
Jinên femînîst ên Tirkiyeyî çûn serdana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku ev 112 roj in ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe, ketiye greva birçîbûnê. Jinên femînist berê bi keça Leyla Guven, Sabiha Temizkan re sohbet kirin û jinan ji Sabiha re gotin:"Tu gelekî xweş disekine û tu serîhildana diya xwe bi me dide hêskirin." Sabihayê jî ji bo van gotinan spasiyên xwe ji jinên femînist re pêşkeş kir. 
 
'Ya ku min dide jiyandin piştevanî ye'
 
Jinên femînist piştî axaftina bi Sabiha re derbasî odeya Leylayê bûn. Leylayê jin bi gotina "Hûn bi xêr hatin ez gelekî bextear bûm. Ya ku min dide jiyandin piştevanî ye." pêşwazî kir. Her wiha Leylayê anî ziman ku ew ji têkoşîna jinê feyzek mezin digire. 
 
'Têkoşîna Leylayê ji bo hemû kesî bû hêvî'
 
Leylayê ji ber ku pir westiyayî bû zêde nikaribû biaxiviya. Ayşegul Devecioglu pirtûka xwe ya bi navê "Zinara ku digirî, Çemekê ku naaxive" diyarî Leylayê kir. Ayşeyê ji Leylayê re got niha ez dixwazim te hembêz bikim tu ji bo me hemûyan niha di greva birçîbûnê de ye û tu li berxwe dide.. 
 
'Hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye'
 
Ayşegulê herî dawî da zanîn ku hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye û got:"Ji carekê de ceza dan 27 kesî. Ceza didin hemû kesan. Ji bo ceza bidin hewceyî sûcekî jî nake." Leylayê jî li ser van gotinan got:"Niha tu hat vir sûcê te zêdetir bû". Li ser vê gotinê herkes keniya. 
 
Jinên ku nexwestin hîn zêde Leyla biwstînin herî dawî bi Leyla re wêne kişandin, piştre ji wê re li çepikan xist û dawiyê ji mala Leyla veqetiyan.