Rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak Giran e
- 15:46 27 Sibat 2019
- Rojane
STENBOL - Rewşa tendiristiyê ya girtiya nexweş Fatma Tokmak her ku diçe giran dibe. Hat ragihandin ku ji Fatmayê xwîn diçe.
Fatma Tokmak a ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hikumxwar û nexweşa dil e hat ragihandin ku rewşa wê her roj ber bi xirabûnê ve diçe. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Friatê (ANF) ku ji kesên roja duşemê çûn serdana Fatmayê û derbarê rewşa wê de agahî girt hat dayîn hat ragihandin ku ji ber dermanê bi navê Coumadîn ku ji bo peşî li tîrbûna xwînê bigire û kontrol bike dabûnê, ji malzaroka wê tim xwîn diçe.
Rewşa Fatmak giran e
Tokmak, ku ji bo xwîn jê neçe divê Coumadînê bi kar bîne, got, ''Xwîna min nasekine, ji ber vê, ji bo ku xwînê bidin min tim bêgav dimînim ku biçim nexweşxaneyê''. Tokmak ku diranên wê jî diarin, ji ber sedema ku mieyenaya bi kelepçe ev 3 sal in nikare biçe diranê xwe jî rake.'' Li gel rapora TÎHV'ê ku dibêje, 'nikare li girtîgehê bimîne' jî ji ber sedema rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ku dibêje, 'dikare li girtîgehê bimîne' bi salan e nayê berdan.
'Girtî bi biryar in'
Tokmak li rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger yên li Girtîgeha Barkikoyê jî got li koxûşên C-10, C-9'ê 6 jin di girtîgehê de ne, girtiyên bi navê Esma Başkale, Belgîn Kanat û Zozan Katum pir li xwe şikandine, sergêjînek bi wan re çêdibin, dilê wan li hev dikeve û bi zorê radikevin. Tokmak her wiha got kontrola ku her roj divê ji hêla bijîjkê girtîgehê ve were kirin jî nayê kirin.
Tokmak diyar kir moralê çalakgerên greva birçîbûnê baş e û biryardar in ku heta tecrîd were şikandin berxwedana xwe bidomînin.