Li ber Girtîgeha Mêrdînê daxûyanî: Bila tecrîd bi dawî bibe
- 13:46 27 Sibat 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên di grtîgehan de li ber Girtîgeha Tîpa E’ya Mêrdînê daxûyanî da. Di daxûyaniyê de bang li Wezîrê Dadê hat kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji bo piştgriyê bide çalakya Hevseroka Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiy Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 112 rojin di greva birçînbûnê de ye û greva birçîbûnê ya li grtîgehan li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxûyanî da. Parlemtera HDP’ê ya Mêrdînê Tuma Çelîk, rêvebirên HDP û DBP’ê û malbatên girtiyan tevlî daxûyaniyê bûn. Destûr nehat dayîn ku Tuma bi girtiyan re hevdîtinê pêk bîne. Li ser vê yekê Tuma agahî ji malbatên girtiyan ên çûn hevdtîinê girt.
'Tecrîd li her derê ye'
Tuma, anî ziman ku xwestiye biçe bi girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bibîne lê ji ber ku rêvebiriya girtîgehê destûr nedaye û ji ber vê wê bi malatên ku çûn hevdîtina xizmên xwe re hevdîtin kiriye. Tuma wiha berdewam kir: “Ev rewş jî diyar dike ku li Tirkiyeyê bêhiqûqî hatiye kîjan astê Parlementerek nikare mafê xwe yê qanûnî jî bi kar bîne. Ev jî diyar dike ku Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Li ser Birêz Abdullah Ocalan nêzî sê salin tecrîdek giran tê meşandin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê kirin îro heman tişt li vir jî tê kirin û li ber çavan e.”
Piştî 1'ê Adarê li gelek girîgehan grev
Tuma, bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daye destpê kirin û di roja 112'an de berdewam dike û ev tişt got: “Leyla Guven 112 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Leyla Guven ev qas roj dixwaze vê rewşa tecrîdê bîne ziman. Leyla Guven ji ber ku li Tirkiyeyê bêhiqûqî heye, ji bo ev bêhiqûqî bi dawî bibe û ji bo tecrîd bê rakirin dest bi vî çalakiyê kiriye. Li Tirkiyeyê ji 3 kes zêdetir girtî li gelek girtîgehên cuda ji bo ev tecrîd bê rakirin dest bi greva birçîbûnê kirine. Li vê girtîgehê jî yek jê jin 9 hevalên me di gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji 1'ê Adarê şûnde li gelek girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtî dest bi greva birçîbûnê dikin. Em naxwazin ku rewşek bi vî rengî biqewime. Em dixwazin ku tecrîd di demek nêz de bê rakirin. Em bang li hemû kesan dikin ku ji bo ev tecrîd bi dawî bibe çi ji destên kê tê bila bikin. Em dixwazin ku hevalên me bi tendûristiyeke baş bijîn.”
Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.