Platforma Jinan a Enqerê ji bo 8'ê Adarê bang kir

  • 13:16 27 Sibat 2019
  • Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê, bi dirûşma “Em bi piştevaniyê li dijî krîz, şer, tundî û newekheviyê bihêzin û jînê bi rêxistin dikin” dê di 8’ê Adarê de dakeve qadan. Endama Platformê Yûrdagul Çabat, got; “Em ê li dijî êrîşên li ser mafên me yên hatine qezenckirin, ji bo maf û jiyana xwe bên gel hev.” 
 
Platforma Jinan a Enqerê, têkildarî çalakî û şahiyên di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêk bînin de, li Mulkiyeler Bîrlîgî civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta “Em bi piştevaniyê li dijî krîz, şer, tundî û newekheviyê bihêzin û jînê birêxistin dikin” bi salona civînê ve hat kirin.  
 
'Tundî bi destê desthilatdariya AKP'ê tê zêdekirin'
 
Li ser navê platformê Yûrdagul Çabat, di civînê de daxuyanî da û wiha axivî: “8’ê Adarê roja jinên têkoşer û gotin ‘Cîhanek din mimkûne’ ye. Îro em dîsan bi awayên cuda yên newekhevî, tundî û kedxwariyê dijîn. Ji ber krîza aborî û zextên heyî, tundî û kedxwariya li ser beden û keda me berdewam dike. Bi destê desthilatdariya AKP’ê tundî û zextên li ser jinan hatin zêdekirin. Em dibêjin ku jin dê vê rewşê biguherînin.”
 
'Em ê bi hev re xwe bi rêxistin bikin'
 
Yurdagul, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em ê di jiyana civakî de, li qadên jînê, li mal, kolan, dibistan û cihê kar, berxwedana xwe ya li dijî pergala kapîtalîzmê ya desthilatdariya zilam berdewam bikin. Emê ji bo jiyan, wekhevî, azadî, laîktî û aştiyê, bi îsyan û piştevaniyê, hemû bi hev re xwe rêxistin bikin.  Çawan ku bi berxwedanê me hemû maf û azadiyên xwe bi dest xistin, emê dîsan bi dest bixin. Îro ji bo ku bi ser krîza aborî bê girtin, hewl didin polîtîkayên xwe yên şer, zext û tundiyê zêdetir bikin. Ji bo jin û zarokan jî şer tê wateya, birçîbûn, feqîrtî, tacîz, tecawîz û mirinê. Ji ber vê emê tu carî dest ji daxwaza aştiyê berdin û emê tim li dijî şer dengê xwe bilid bikin.”
 
'8'ê Adarê dê li ser Kolana Sakaryayê bê pîrozkirin' 
 
Yurdagul, da zanîn ku ew ê weke jinên Enqereyî, di 8’ê Adarê roja Înê saet 12.30’an de li ser Kolana Sakarya kom bibin û ev bang kir: “Em ê bi jinên ji çar aliyên Enqerê bên re,  li dijî êrîşên li ser mafên me yên hatine bidestxistin, ji bo maf û jiyana xwe, bên gelhev.”