Çalakiya Leyla Guven di roja 112'an de ye
- 11:54 27 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 112'an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 112'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.
Leyla ya ku çalakiya wê berdewam dike heta niha ji çar hêlên Tirkiyeyê û gelek welatên din piştgirî ji bo wê tê û ji aliyê gelek nûnerên saziyan ve serdana wê tê kirin. Heta roja îro ji bo Leylayê ji aliyê gelek nivîskar, siyasetmedar peyamên piştevaniyê hatine dayîn. Kesên ku piştgiriyê didin Leylayê dibêjin ku tecrîd Sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmetê dixwazin ku tecrîd bê rakirin. Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê, diyar kirin ku ji 1'ê Aadarê de ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin ew ê bikevin greva birçîbûnê.
Daxuyaniya ji bo piştevaniya grevê hat astengkirin
Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi zindanên Marmarayê re bi daxwaza ku piştgiriyê bide greva birçîbûnê li Qda Bajêr a Gebzeyê xest daxuyaniyê bide. Lê kesên ku xestin bên qadê tevli daxuyaniyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan diyar kir ku daxuyanî ji aliyê Qemeqamtiy Gebzeyê ve hatiye qedexekirin. Zuleha Gulum a ku wê tevli daxuyaniyê bibûna ji polîsan belgeya derbarê qedexeyê xwest lê polîsan belge nîşan neda.
Çalakiya grevê roj bi roj berfireh dibe
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 74'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 99'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 73'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 73'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 39'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 44'an de berdewam dike.
Bi sedan girtî di grevê de ne
Li girtîgehan her roj komên nû li komên çalakger zêde dibin. Herî dawî li Girtîgeha Şakraên 8 girtiyan di 15'ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirine. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê hat aşkerakirin ku li 60 girtîgehan 321 gitî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ne. Hat aşkerakirin ku ev hejmar dibe di demên pêş de zêdtir bibe û li aliyekî jî çalakîya dorveger a greva birîbûnê jî li girtîgehan berdewam dike.
Gav nehat avêtin
Li gel bertên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.